Hewlêr (Rûdaw) - Mizgefta Hezretî Omer a ku sala 1976an li Wanê hatibû vekirin ji ber xisara giran a ku di erdhejan de dîtibû hat hilweşandin.
Mizgefta nîv sedsalî ku di erdhejên 23yê Çiriya Pêşîn û 9ê Çiriya Paşîn a 2011ê de rasterast di bin bandorê de mabû û tevî xisara xwe bi xebatên xurtkirinê vekirî mabû, bi makîneyên kar hat hilweşandin.
Dema hilweşandinê, tozeke zêde li derdorê belav bû.

Tevî Mizgefta Hezretî Omer dikanên di bin de jî hatin hilweşiyan.
Hat ragihandin ku mizgeft dê bi pêşengiya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û xêrxwazan ji nû ve were avakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse