Sûdanî: Îraq dikare 120 salên din jî petrolê hinarde bike

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Petrol Hinartin Foruma Enerjiyê ya Bexdayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku yedega petrolê ya Îraqê 150 milyar bermîl e û Îraq dikare heta 120 salên din jî petrolê hinarde bike.

Sûdanî her wiha da zanîn ku wan ji bo ji nû ve xebitandina boriya hinardekirina petrolê ya bi rêya Sûriyeyê gotûbêj kiriye.

Foruma Enerjiyê ya Navneteweyî ya Bexdayê îro dest pê kir û dê 2 rojan berdwam bike.

Serokwezîrê Îraqê Mihemd Şiya Sûdanî di vekirina Foruma Enerjiyê ya Navneteweyî ya Bexdayê de gotarek pêşkêşî kir.

Mihemed Şiya Sûdanî got, “Yedega petrolê ya Îraqê 150 milyar bermîl e û di rêzbendiyên jor ên cîhanê de ye.

Li ser vî esasî, Îraq dikare herî kêm 120 salan li ser hinardekirina petrolê ji bo bazarên cîhanê berdewam be, tevî ku rêjeya hinardekirinê dê ne li gorî mezinahiya yedegê, şiyana hilberînê, hejmara niştecihan û pêwîstiya welat a bi dahatên darayî be.”

Sûdanî got, “Me armanceke stratejîk daniye ku heta sala 2030î hinardekirina petrolê ji bo berhemên petrolê yên bi nirx were guhertin, bi awayekî ku ji sedî 40î kêmtir nebe ji rêjeya giştî ya hilberînê û ji bo vê armancê dest bi bicîkirina gelek projeyan jî hatiye kirin."

Îraq rojane zêdetirî 3,3 milyon bermîl petrol hinarde dike, di demekê de ku li gorî yasaya budceyê divê 3,5 milyon bermîl petrol hinarde bike da ku xerciyên pêwîst ên budceyê dabîn bike.

Hinartina pertolê bi rêya Sûriyeyê

Serokwezîrê Îraqê ragihand ku ew dixebitin da ku rêyên hinardekirina petrol û berhemên wê zêde bikin û amaje bi wê yekê kir ku di çend hefteyên borî de ji bo jinûveçalakkirina boriya hinartina petrolê ya bi rêya Sûriyeyê gotûbêj kiriye.

Boriya hinartina petrolê ya di navbera Kerkûk û bendera Banyasê ya Sûriyeyê de 800 kîlometre ye, sala 1952yan hatiye çêkirin û ji sala 2003yan ve hinardekirina petrolê bi rêya wê hatiye rawestandin.

Sûdanî ragihand ku wan dest bi kişandina boriya petrolê ya Besra-Hedîseyê bi dirêjahiya 685 kîlometreyan kiriye û amaje bi wê yekê kir ku ew dixebitin da ku Rêya Bipêşketinê jî bibe rêyeke din ji bo veguhestina petrol û gazê ji Kendavê ber bi Tirkiye û Ewropayê ve.

Boriya Besra-Hedîseyê beşek ji projeya boriya hinardekirina petrolê ya bi rêya bendera Eqebeyê ya Urdinê ye ku di parêzgeha Enbarê re derbas dibe.

Serokwezîrê Îraqê got ku ji 1300 milyon pê sêca gaza hawêl a ligel hilberîna petrolê sûd tê wergirtin û amaje bi wê yekê kir ku kariye ji sedî 70yê wê gaza hawêl ji nû ve hilberînin û di nava du salên bê de jî dê dawî li şewitandina gaza hawêl bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst