Koçberekî 15 salî li nav Gola Meydankê xeniqî

06-10-2018
RÛDAW
Saziyeke opozisyona Sûriyê daxwazê ji xelkê deverê dike ku xwe ji metirsiya ava Meydankê biparêzin
Saziyeke opozisyona Sûriyê daxwazê ji xelkê deverê dike ku xwe ji metirsiya ava Meydankê biparêzin
Nîşan Rojavayê Kudistanê Efrîn Gol Meydankê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî ereb ku li Efrînê hatibû bicihkirin, li nav ava Gola Meydankê xeniqî û saziyeke opozisyona Sûriyê daxwazê ji xelkê deverê dike ku xwe ji metirsiya ava Meydankê biparêzin.

 

Li gor van dîmenên ku ji aliyê navenda ragihandinê ya Hêzên Deryayê yên Opozisyona Sûriyê (Kumspî) hatine belavkirin, termê koçberê bi navê Ibrahîm Ebdo yê 15 salî ji nav ava Gola Meydankê tê derxistin.

 

Ibrahîm Ebdo ku ew bi xwe xelkê Dêr Cimêl e li herêma Helebê û li nav kampekê li derdora Efrînê hatibû bicihkirin.

 

Endamekî Saziya Hêzên Deryayê yên Opozisyona Sûriyê dibêje, ew rastî gelek zehmatiyan hatin, heya ku wan ev term ji nav avê derxist.


Endamê Hêzên Deryayê yên Opozisyona Sûriyê wiha dibêje: “îmên Berevaniya Sivîl hatin agahdarkirin, ku kesek li nav ava Gola Meydankê xeniqî ye, me jî ber xwe dacihê bûyerê. Termê zarokê 15 salî ku navê wî Ibrahîm Ebdo Seyid Umer e hat derxistin, ku bi xwe ji Dêr Cimêl e û nişteciyê kampa Heremên bû.

 

Term li aliyê din yê avê bû, şevreşî bû, lê sipas ji xwedê re me ev term derxist, em hêvîdar in ku xelkê deverê hayê wan ji metirisya Gola Meydankê hebe, pêlên avê xurt in, em hêvîdar in her kes parastî be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst