Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ji Rûdawê re eşkere kir ku çekdarên hikûmeta Şamê hemû deriyên taxan girtine û ew xistine bin dorpêçeke tam.
Divê were gotin ku demeke li her du taxên Kurdan ên li Helebê alozî hene û hêzên hikûmeta Sûriyeyê rêbend li ber deriyên her du taxan danîbûn.
Li aliyê din, ev pêşhat di demekê de ne ku alozî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de zêde dibin.
Tevî ku di 10ê Adara 2025an di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî de peymanek hatibû îmzekirin alozî berdewam dikin.
Peymanê tevlîkirina HSDyê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de, misogerkirina mafên Kurdan ên hemwelatîbûn û nûnertiya siyasî û rawestandina şer li seranserê Sûriyeyê li xwe digirt.
Her wiha peymana ku wê demê wekî gaveke ber bi bidawîkirina şerê navxweyî hatibû binavkirin, ji rojên xwe yên destpêkê ve rastî astengiyên mezin ên cîbicîkirinê hat.
Yek ji astengiyên herî mezin jî nakokiya li ser mekanîzmaya tevlîkirina HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de bû.
Şam dixwaze ku endamên HSDyê wekî takekes tevlî artêşa “rêkxistî ya Sûriyeyê” bibin lê HSD dixwaze di nava sîstema dewletê de hebûna xwe ya serbixwe ya leşkerî biparêze.
Her wiha peymaneke din a şopandinê di nîsana borî de ku tê gotin bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatibû, çarçoveyeke ewlehiyê ya hevbeş ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê danîbû û xalên li ser pevguhertina dîlan di nav xwe de dihewand.
Li gel her du peymanan, raporên li ser şer û pevçûnên demkî li wan herêman berdewam kirin.
"Dorpêçeke tam"
Hêvîn Silêmanê eşkere kir ku wan çekdaran dorpêçeke tam danîne ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.
Di 1ê Nîsana 2025an de, li gorî peymana di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de, hemû şervanên HSDyê ji her du taxên Kurdan ên Helebê vekişiyan û tenê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ên ser bi Rêveberiya Xweser ve li wan taxan man.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn ev demeke komên çekdar bi hewldana êrişan li ser van her du taxan tometbar dike.
Di tebaxa îsal de, Asayîşê ragihandibû ku di êrişa bi dronan a hikûmeta Sûriyeyê ya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê du endamên wan birîndar bûne.
Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê ya ser bi Rêveberiya Xweser 22yê Îlona 2025an, ragihandibû ku wan êrişeke komên derqanûnî yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve têk biriye.
Di encamê de çekdarek hatiye kuştin û sêyên din birîndar bûne. Her wiha da zanîn ku wan paşê termê kuştî û birîndar radestî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse