HELEB - Hêzên Şamê li derdora taxên Kurdan bend danîn û rê girtin

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li derdora taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bendên nû danîn û rêyên sereke girtin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku rêya di navbera Baxçeyê Eşrefiyetê û Çarrêya Şîhanê û herwiha rêya Çarrêya Cendûlê hatine girtin.

SOHRê da zanîn ku rêya Çarrêya Cendûlê wekî yek ji damarên sereke yên jiyanê tê dîtin ku taxa Şêx Meqsûd bi taxên rojhilatê Helebê ve girê dide.

Ev pêngav wekî binpêkirina eşkere ya peymanên Adar û Nîsanê yên îsal tê dîtin ku di navbera Hêzên Ewlehiya Navxwe û hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê de hatibû îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst