Mezlûm Ebdî: Me parastina yekparçeyiya axa Sûriye û têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj kir

06-10-2025
Nîşan Mezlûm Ebdî Tom Barrack HSD Admiral Brad Cooper
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî behsa naveroka hevdîtina xwe û heyeta Amerîkayê kir.

Fermandarê HSDyê ragihand ku wî Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûroyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper pêşwazî kiriye.

Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û naveroka civînê eşkere kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Şanaziyek bû ku me Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Balyoz Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper kir.

Me hejmarek mijarên bi armanca piştgiriya yekbûna siyasî ya li Sûriyeyê, parastina yekparçeyiya axa welêt, afirandina jîngeheke ewle ji bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê û her wiha misogerkirina berdewamiya hewlên têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê gotûbêj kirin.

Serok Donald Trump û Balyoz Barrack di hewldana gelê Sûriyeyê ya ji bo çareserkirina qeyranê û bidestxistina paşerojeke baştir ji bo Sûriyeyê û hemû Sûriyeyiyan de roleke jidil û çalak lîstine.

Em pabendî armanca xwe ya Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemû Sûriyeyiyan dimînin."

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê her du aliyan tekezî li ser pêbendbûna xwe ya ji bo domandina hevpeymaniya di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kir.

Li aliyê din, Thomas Barrack li ser platforma Xê behsa hevdîtinê kir û got: "Îro ji bo gotûbêjên girîng bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re min bi hevaltiya Fermandarê CENTCOMê Admiral Cooper re serdana bakurê rojhilatê Sûriyeyê kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst