Tom Barrack: Washington êdî YPGyê wekî şaxeke PKKyê nabîne

30-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Tom Barrack HSD Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack got: "YPG êdî ne bi PKKyê ve girêdayî ye, hevpeymanê Amerîkayê ye."

Barrack her wiha baweriya xwe ya bi serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer anî zimên û bal kişand ser pêwîstiya diyaloga di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.

"YPG ne girêdayî PKKyê ye, hevpeymanê me ye"

Barrack di hevpeyvîna li gel aktivîst Mario Nevfel de li ser pêwendiyên HSD û Tirkiyeyê got:

"Tirkiye wekî hevpeymaneke Sûriyeyê heye. Li Tirkiyeyê PKK heye ku wekî rêxistineke terorîst a biyanî hatiye pênasekirin.

Amerîkayê jî PKKyê wekî rêxistineke terorîst a biyanî îlan kiriye.

Niha rêxistineke din heye ku êdî ne bi PKKê ve girêdayî ye: HSD û YPG. Ew di kampanyaya li dijî DAIŞê de bûn hevpeymanên me. Koka wan digihîşt PKKyê."

"Banga diyalogê di navbera HSD û Tirkiyeyê de"

Barrack da zanîn ku rola Tirkiyeyê gelek caran şaş tê fêmkirin û ew wekî "dost û hevpeymaneke bihêz a Amerîkayê di her mijarê de" bi nav kir.

Barrack ji bo avakirina herêmeke tampon û aştiyê li ser sînorê Sûriyeyê banga diyalogê kir.

Wî got ku her du alî jî di vê mijarê de bi berpirsiyarî tevdigerin û got:

"Mezlûm Ebdî û HSD li aliyekî, Hakan Fidan û Îbrahîm Kalin jî wekî nûnerên Erdogan li aliyê din, di vê mijarê de bi berpirsiyarî tevdigerin.

Diyaloga me heye lê pêdiviya me bi diyalogeke zêdetir heye."

"Ez baweriya xwe bi Ehmed Şer tînim"

Nûnerê Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi awayekî eşkere anî zimên û got:

"Bersiva min erê ye, ez baweriya xwe pê tînim. Armancên wî yên îro bi armancên me re li hev dikin."

Li gorî Barrack, armanca hevbeş a Şam û Washingtonê ew e ku Sûriye vegere ser rêya aramî û bextewariyê û li herêmê serdemeke nû dest pê bike.

Barrack tekez kir ku Amerîka ne li pey "guhertina rejîmê" ye û leşkeran naşîne Sûriyeyê.

Wî got, divê civaka herêmî alîkariya Sûriyeyê bike û da zanîn ku armanca sereke ya Amerîkayê tenê "têkoşîna li dijî terorê" ye.

Peyam ji Îran, Îsraîl û Hizbulahê re

Thomas Barrack diyar kir ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn nêrîna Îsraîlê ya li ser ewlehiyê bi temamî guheriye û ew dê ji bo parastina xwe her tiştî bikin.

Barrack li ser çekdanîna Hizbulahê jî axivî û pêşniyar kir ku li şûna çekdanînê divê derfetên aborî ji civaka Şîeyan re bên peydakirin da ku bandora Îranê bê kêmkirin.

Barrack di dawiyê de, bangî serkirdeyên herêmê kir ku dev ji pirsgirêkên kevin berdin, dest bi diyalogê bikin û li ser bingeha bextewariya aborî paşerojeke nû ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst