Mezlûm Ebdî û Tom Barrack civiyan

06-10-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Tom Barrack Admiral Brad Cooper HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper pêşwazî kirin.

Di civînê de, çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin ku di serî de bilezkirina cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê û rakirina cezayên li ser Sûriyeyê hebûn.

Gotûbêj li ser gavên pratîkî yên ji bo bilezkirina cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê ya di navbera Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer û General Mezlûm Ebdî de hatin kirin.

Her wiha mijarên wekî hêsankirina rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, avakirina jîngeheke ewle ji bo hilberîn,bipêşxistin û hêsankirina vegera koçberan hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê her du aliyan tekezî li ser pêbendbûna xwe ya ji bo domandina hevpeymaniya di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kir.

Hevpeymanî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û xurtkirina aramî û ewlehiya herêmê ye, bi awayekî ku yekparçebûna axa Sûriyeyê biparêze.

Li aliyê din, Thomas Barrack li ser platforma Xê behsa hevdîtinê kir û got: "Îro ji bo gotûbêjên girîng bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re min bi hevaltiya Fermandarê CENTCOMê Admiral Cooper re serdana bakurê rojhilatê Sûriyeyê kir."

Barrack her wiha got, "Ev pêşhat, dîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump xurtir dike ku bi rêya bihêzkirina Sûriyeyiyan a ji bo yekbûna bi hemû Sûriyeyiyan re di hewleke nû de ji bo aştî û pêşhateke hevpar, derfetekê bide Sûriyeyê."

Di 10ê Adara 2025an de, Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer peymanek ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewletê de îmze kiribûn û lihevkiribûn ku ji bo şopandina cîbicîkirinê komîte bên avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst