Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, “Pirsgirêka me ya li Bexdayê ji mûçe gelekî mezintir e."
Serokê YNKyê Bafil Talebanî di peyameke vîdeoyî de destpêkirina kampanyaya YNKyê ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Îraqê ragihand û got:
“Vê carê hilbijartina Meclisa Nûneran a Îraqê ye. Îro em bixwazin an nexwazin, gelek biryarên girîng û giran li Bexdayê tên dayîn."
"Divê Îraqî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin"
Bafil Talebanî her wiha got ku pirsgirêka wan a li Bexdayê ji mûçe gelekî mezintir e.
Wî tekez kir ku Îraq nabe ser bi ti kesî be û divê Îraqî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin ku ew jî pêkanîna destûrê ye û got, “Destûr pîroz e.”
Talebanî derbarê çareserkirina pirsgirêkên Îraqê ragihand ku hinek alî pişta xwe bi welatên derve girê didin lê pirsgirêkên Îraqê bi Kurdan û pêkhateyên din tên çareserkirin.
Wî got, “Tişta ku îro pêdiviya Îraqê pê heye, bernameyeke niştimanî ye. Bernameyeke Îraqî!
Îraq ne zilamê ti aliyekî ye. Divê Îraq pîroziyên xwe bibîne û ji bîr neke ka ew çi qasî mezin e."
"Destûr ne menuyeke xwaringehê ye"
Bafil Talebanî her wiha ragihand ku beşek ji têkoşîna wan rêzgirtina ji destûra Îraqê re ye û wiha domand:
“Me ev destûr bi hev re nivîsand. Pêwîstî pê nebû ku ti welatên derve alîkariya me bike.
Divê em çareseriyê jî bibînin. Hemû pirsgirêkên me bi destûra Îraqê çareser dibin.
Divê em ji bo vê yekê têkoşînê bikin. Ji madeya 140î bigire heta mafên Pêşmergeyên me, hemû di nav destûra Îraqê de ne.
Destûra Îraqê destûreke pîroz e. Ne menuyeke xwaringehekê ye ku tu tişta bi dilê te be hilbijêrî û ya din red bikî. Berevajiyê vê yekê divê çawa ye wisa were bicihkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse