Hewlêr (Rûdaw) - Serokê YNKyê Bafil Talebanî li Hewlêrê ragihand ku partiya wî hewl dide ji bo pirsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê rêkeftineke mayînde li gel hikûmeta Îraqê bike.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de li Hewlêrê gotarek pêşkêşî endam û alîgirên partiya xwe kir
Bafil Talebanî got, "Em deng, sekin û hêza we ne li Bexdayê."
Talebanî her wiha diyar kir ku YNK dixwaze rêkeftineke mayînde li gel hikûmeta Bexdayê bike, "Da ku ev dudilî û êşa di dilê we de nemîne."
"Em dê budceya Kurdistanê bikin wekî ya salên 2004-2013an "
Derbarê pirsa budceyê de, Serokê YNKyê sozek da û got:
"Em dê budceya Kurdistanê wekî salên 2004-2013an lê bikin. Wê demê çawa bû, divê wisa be.
Eger baştir nebe, em dê biçin Bexdayê û projeyên mezin ji bo Kurdistanê bînin.
Lê bi awayekî YNKyê, em dê ji Zaxoyê heta Helebceyê, li hemû Kurdistanê bi yek çavî binêrin."
Bafil Talebanî got, "Hûn dizanin em li Bexdayê bi hêz in, em dê Kurdistanê xweştir bikin û biparêzin.
Ew pirên ku di navbera vir û Îraqê de şewitandine, em dê wan ji nû ve ava bikin û sererast bikin û em dê aramiyê vegerînin Kurdistanê."
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bazneya Hewlêrê 30 berbijêrên wê hene û çavê wê li beşek ji 16 kursiyên Hewlêrê ye.
YNK bi zêdetirî 150 namzeda li 7 bazneyên hilbijartinê rikberiyê li gel aliyên din dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse