Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê di merasîmekê de bi fermî bernameyên xwe yên ji bo şopandina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere kirin.
Di plana Rûdawê de 5 bernameyên taybet hene. Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê axivî got, "Rûdaw di vê hilbijartinê de dê zêdetir giringiyê dide xelkê."
Merasîma Tora Medyayî ya Rûdawê îşev saet 19:00ê li Otela Dîvan a Hewlêrê hat lidarxistin û tê de behsa bernameyên ku bi taybetî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hatine amadekirin hat kirin.
Di merasîma taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê de konsul û nûnerên welatan, rêxistin, aliyên siyasî û Wezîrê Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê amade bûn.
Ako Mihemed: Dê şopandineke me ya xurt hebe
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê di merasîmê de got,"Rûdaw di vê hilbijartinê de zêdetir giringiyê dide xelkê.
Rûdaw li Herêma Kurdistanê gelekî nêzîkî xelkê ye, di vê hilbijartinê de li parêzgehên cuda yên Îraqê jî nêzîkî xelk û ciwanên wan parêzgehan bûye.
Ev nêzîkbûn dê di dema kampanyaya hilbijartinê de jî berdewam bike û fokusa me li ser xelkê be."
Ako Mihemed her wiha got, "Di dema vê kampanyayê de em dê nîqaşên kûr li ser sîstema dewleta Îraqê, mafên netewe û pêkhateyên Îraqê yên wekî Tirkmen, Xiristiyan û Kurdên Êzidî, rêyên vegera li destûra Îraqê û desthilatên Herêma Kurdistanê, her wiha pirsgirêka navçeyên Kurdistanî û cîbicîkirina Madeya 140î ku hikûmeta Îraqê 18 sal in cîbicîkirina wê bi paş xistiye bikin.
Her wiha em dê li ser mafên jinan, mafên medenî û metirsiyên guherînên jîngehê jî bikin."
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê di gotara xwe de li ser hilbijartinan jî got:
"Hilbijartin ahenga demokrasiyê ye, demek girîng e ji bo ku xelk hikûmet, desthilat û nûnerên xwe binirxîne.
Rûdaw dê şopandineke bêreqîb bike. Rûdaw dê şopandineke xurt bike. Pêşkêşkar û peyamnêrên me yên pispor dê li ser pirsgirêk û daxwazên xelkê nîqaşan bikin."
Ji bilî bernameyên sereke yên taybet bi şopandina hilbijartinan, Rûdaw dê nûçeyên herî nû yên rojane, şirove û raporên meydanî rasterast ji peyamnêrên xwe yên li seranserê parêzgehan pêşkêş bike.
Bi rêya mêhvandariya pispor, berbijêr û serkirdeyên medenî, dê welat di diyalogekê de bi hev ve girê bide.
Naveroka bernameyên taybet ên Rûdawê ji bo hilbijartinê
Birêvebirê Bernameyan ê Tora Medyayî ya Rûdawê Rêbaz Elî jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got:
"Îşev destpêka fermî ya bernameyên Rûdawê ji bo hilbijartina 2025an e, werzeke nû ya şopandinê ye ku hem armanc û hem jî şanaziyê bi xwe re tîne."
Rêbaz Elî behsa bernameyên taybet ên hilbijartinan kir û got, "Di nava dilê vê şopandinê de pênc bernameyên sereke hene, her yek ji wan bi awayekî hatiye dîzaynkirin ku dengekî cuda di rêwîtiya demokrasiya Îraqê li xwe bigire."
Birêvebirê Bernameyan ê Rûdawê, naveroka bernameyên taybet ên hilbijartinê bi vî awayî eşkere kir:
Rûdawa Îro - Hilbijartin: Ku ji Bexdayê bi Kurdî û Erebî tê weşandin, dengê welatiyên asayî yên Îraqê rasterast tîne ser ekranê, ewên ku gelek caran dengê wan nayên bihîstin lê dengê rastîn ê kolanê hildigirin.
Bê Rawestan (Bêstûn): Cihên dîrokî û zanîngehên Îraqê dike qada nîqaşê ku tê de xwendekar rûbirûyê siyasetmedaran dibin, pirsên nifşekî nû dikin û ji bo paşeroja ku dê bibe mîrateya wan, daxwaza bersivan dikin.
Kî Bihêz e?: Ku bi tevahî li kolanên bajaran tê tomarkirin, enerjî, heneka xweş û rastgoyiya xelkê asayî nîşan dide û berçaviyeke rastîn pêşkêş dike da ku em bibînin ka dengder çawa difikirin, hestên wan çawa ne û hêviya çi dikin.
Dengê Yekem: Li dengderên yekem car ên Îraqê digere, keç û xortên ciwan ên ku cara yekem deng didin.
Ev yek tîne bîra me ku demokrasî ne tenê bi sozan, belkî bi beşdariyê xwe nû dike.
Çima Em Dengê Xwe Bidin Te?: Rasterast diçe cem berbijêran û bi eşkereyî ji wan dipirse, çima divê xelk dengê xwe bide we?
Ev bername pirsgirêkan dixe navenda nîqaşê û bersivên zelal û rasterast dide dengderan.
Ako Mihemed di beşeke din a axaftina xwe de got,"Ji Besrayê heta Helebceyê, di her civakê de û bi her zimanî, Rûdaw dê li wir be, çîrokan bi hev ve girê bide, vegotinan bixe bin pirsê û piştrast bike ku her dengek girîng e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse