Sibe li Îraqê dengdana taybet e: Zêdetirî 1,3 milyon kesî dê deng bidin

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê Dengdana Taybet Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê dengdana taybet bê kirin.

Zêdetirî milyon û 300 hezar endamên hêzên çekdar û zêdetirî 26 hezar koçberên li Îraqê dikarin deng bidin.

Alîkara Berdevka Medyayî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Nîbras Ebû Sode li ser dengdana taybet ji Rûdawê re axivî.

Nîbras Ebû Sode got, hemû amadekarî ji bo birêveçûna dengdana taybet hatine temamkirin.

Li gorî daxuyaniya Nîbrasê, sibe saet 07:00ê sibehê navendên dengdanê dê vebin û saet 06:00ê êvarî jî dê bên girtin.

Nîbrasê her wiha diyar kir ku Komîsyonê piştî ku dibistan wekî navendên dengdanê wergirtine hemû pêdivî veguhastine wir û Komîsyon ji bo hilbijartinê amade ye.

Li gorî amarên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, 1 milyon û 313 hezar û 980 endamên hêzên çekdar mafê wan ê dengdanê heye.

Dengderên taybet dê li 809 navendan deng bidin û ev navend 4 hezar û 501 wargehên dengdanê li xwe digirin.

Ew navend li seranserê 19 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin.

Her wiha li gel hêzên çekdar, 26 hezar û 538 koçber jî li seranserê Îraqê mafê wan ê dengdanê heye. Ew koçber jî dê li 26 navend û 97 wargehên dengdanê dengên xwe bidin.

Komîsyon piştrastiyê dide hemû dengderan, bi taybetî jî hêzên çekdar ku pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê bi nepenî bimîne.

Komîsyonê teqez kir ku heta ew bi xwe jî nizanin dengderan deng dane kê.

Komîsyonê ragihand, amûrên dengdanê bi awayekî ne ku ti îşaret ji bo eşkerekirina dengderan tê de nîne û amûr ne nasnameya dengderan tenê dengê dengderan dihejmêr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst