Rayedarekî Helebê: Jiyana 450 hezar kesî di xeterê de ye

07-10-2025
RÛDAW
Heleb / Wêne: Ji ber dîmenan hatiye girtin
Heleb / Wêne: Ji ber dîmenan hatiye girtin
Nîşan Ramî Ebdurehman SOHR Taxa Eşrefiyeyê Taxa Şêx Meqsûd Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Mihemed Emîn Elîko got, "Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jiyana nêzîkî 450 hezar kesî di xeterê de ye."

Li taxên Kurdan ên Helebê,  duh piştî nîvro di navbera xelkê û hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve alozî derket.

Rayedarên Kurd ên herêmî diyar kir ku her 7 rêyên çûnûhatinê yên her du taxan hatine girtin.

Aloziya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ku piranî Kurd lê dijîn, piştî ku hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve rêyên çûnûhatinê bi axê girtin, dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman ji Rûdawê re û got, "Çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve her 7 rêyên çûnûhatinê yên her du taxan bi temamî girtine."

Piştî aloziyên li Sûriyeyê, di salên dawî de ewlehiya van her du taxan ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxwe yên girêdayî Rêveberiya Xweser ve tê parastin.

"Rewş gelekî xirab e"

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê, Mihemed Emîn Elîko, ji Rûdawê re axivî û got, "Rewşa li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê gelekî xirab e û jiyana nêzîkî 450 hezar kesî di xeterê de ye."

Rayedarê PYDyê herwiha agahî da û got, "Hêzên hikûmeta Sûriyeyê gaza rondikrêj bi kar anîn û ji ber vê yekê 15 kes birîndar bûn."

"Gule li xwenîşanderan hatin reşandin"

Çalakvanekî ji taxên Kurdan ên Helebê diyar kir ku aloziya li her du taxên Kurdan didome û hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve gule li xwenîşanderan reşandine da ku wan belav bikin.

Çalakvanê ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê Siwar Efrînî ji Rûdawê re ragihand û got, "Birîndar ji ber gaza rondikrêj mexdûr bûn û piraniya xelkê vegeriyan malên xwe."

Protesto û alozî li her du taxan berdewam dikin.

Niştecihên taxan daxwaz dikin ku astengî demildest bên rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst