QAMIŞLO - Xwenîşandana koçberên ji Serê Kaniyê: ‘Vegera ewle mafê me ye’

06-10-2025
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Qamişlo Koçber Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê koçberên ji bajarê Serê Kaniyê xwenîşandanek li dar xist.

Xwenîşanderan daxwaza vegera ewle û birûmet ji bo warên xwe kir û pankarta “6 sal koçberiya bi darê zorê, vegera ewle mafê me yê rewa ye” bilind kir.

Serokê Komîteya Koçberên ji Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku heta niha nêzîkî 200 hezar kesî ji Serê Kaniyê koçber bûne.

Mehmûd Cemîl li ser rewşa koçberan anî ziman:

“Zêdetirî 34 hezar koçber li kampên Waşokanî û Serê Kaniyê yên li derdora Hisîçayê dimînin.

5 hezar koçber li Kampa Newrozê ne, 8 hezar koçber li dibistanan bi cih bûne û nêzîkî 150 hezar koçberên din jî li bajar û bajarokên herêma Cizîrê dijîn.”

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzîkî wê Çiriya Pêşîn a 2019an êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê kiribû û di encamê de bi deh hezaran kes koçber bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst