Koçberên li Qamişloyê: 'Laşê me li vir e lê hişê me li Kobaniyê ye'

1 demjimêr berê
Xerîb Mecîd
Koçberên li Qamişloyê / Wêne: Rûdaw
Koçberên li Qamişloyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Qamişlo Kobanî Koçber Kurd Dorpêç
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Ji Qamişloyê heta Kobaniyê tenê çend demjimêr rê heye lê ji ber dorpêça li ser Kobaniyê, ev dûrahî bûye wekî salan.

Li bajarê Qamişloyê bi sedan malbatên koçber çav bi rê ne û bi rojan e li benda "silavekê" ne ku ji xizmên xwe yên li Kobaniyê bibihîzin.

Li Kobaniyê înternet û xetên mobîlê bi temamî hatine birîn.

Fatime Hisên yek ji wan sedan kesan e ku li Qamişloyê dijî lê dilê wê li Kobaniyê ye.

Fatimeyê derbarê dilgiraniyên xwe de ji Rûdawê re got:

"Xwişka min, hevjînê wê û 6 zarokên wê li Kobaniyê ne. Me tu xeber ji wan nîne.

Em nizanin rewşa wan çawa ye. Dibêjin li wir înternet tune, kareba tune, av û nan jî tune ye. Em gelekî ditirsin."

Fatimeya ku bi fikar li ekrana mobîla xwe ya bê sînyal dinêre, wiha li pey çû:

"Em dixwazin em hemû bi hev re bin. Bila mirin be yan jiyan be, bila em bi hev re bin."

"Hiş û aqilê me li cem wan e"

Kobanî ne tenê ji aliyê leşkerî ve, belkî ji aliyê elektronîk ve jî di bin dorpêçeke tund de ye.

Mihemed Meko koçberekî din e ku kurê wî yê 22 salî û keça wî ya 23 salî li Kobaniyê mane.

Mihemed diyar kir ku ew her kêlî li benda nûçeyekê ne û got:

"Hiş û aqilê me hemû li cem wan e. Rewşa wir gelekî zehmet e."

Ji 19ê vê mehê ve dorpêça li ser Kobaniyê gurtir bûye.

Bi sedan koçberên li Qamişloyê şevan li ber şaşeya mobîlên xwe derbas dikin lê xew nakeve çavên wan.

Ew tenê li benda nûçeyekê yan jî silavekê ne ku ji kesûkarên wan bigihe wan.

Dorpêça elektronîk ne tenê pêwendiyan qut dike, di heman demê de êş û dilgiraniya malbatên ku ji hev cuda bûne jî kûrtir dike.

Heta ku ev dorpêç ranebe, dê çavên bi sedan koçberan li ser şaşeya mobîlên wan ên bêdeng bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst