Qamişlo (Rûdaw) - Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku hejmara koçberên li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ji 134 hezarî derbas kiriye.
Kameraya Rûdawê çû dibistaneke li bajarê Qamişloyê ku bûye stargeha hezaran malbatên koçber.
Kalemêrekî Efrînî li wir ji Rûdawê re got, "Eger ez mirim, min li vir nehêlin û min bibin ser xaka min."
Li gorî raporeke Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ku roja Pêncşemê 22yê Kanûna Paşîn a 2026an hatiye belavkirin, tenê di sê rojên dawî de ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, hejmara koçberan li parêzgeha Hisîçayê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd çû serdana yek ji wan dibistanên li bajarê Qamişloyê ku niha bi malbatên koçber tije bûye.
Li wir dîmenên dayikên ku li ber serê zarokên xwe yên şîrxwer digirîn û hêsirên bêçaretiyê dibarînin, tên dîtin.
Xewna vegerê dibîne
Xelîl Bilo, kalemêrekî 85 salî ye û xelkê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Ew li kêleka sobeyeke neftê rûniştiye û cemedaniya xwe li stûyê xwe pêçaye; bi her du destên xwe ji Xwedê daxwaz dike û dibêje: "Xwedê heqê me ji wan bistîne."
Xelîl Blo ji Rûdawê re got, "Em çar-pênc caran koçber bûn; pêşî em çûn Reqayê, paşê Tebqayê û piştre em hatin bajarekî nêzîkî vir."
Dema jê tê pirsîn bêriya çi dike, bi hêsiran dibêje, "Ez axa wê herêmê maç dikim.
Ez her tim ji van zarokan re dibêjim; eger ez mirim, bila min bibin wê herêmê. Ez her tim wisa dibêjim.
Ez berdewam ji van zarokan re dibêjim, dema ez mirim, min li vir nehêlin. Divê hûn min li vir nehêlin; min bibin ser xaka me."
Koçberî di çileyê zivistanê de
Rûken Hemîd dayikek e ku bi du keçên xwe re li odeyeke mezin a dibistanê bi cih bûye.
Tenê çend doşek û betaniyên wan hene û piraniya erdê odeyê sar maye.
Rûken behsa çîroka heft salan a koçberiya xwe dike û dibêje:
"Heft salan em li Til Rifetê man, me got em dê vegerin Efrîna xwe lê dijmin hat û em hatin vî alî."
Wê jina koçber bi çavên tije hêsir got, "Dijmin çi ji me dixwaze? Ti welatek piştgiriya me nake.
Zarokên me hemû birçî ne. Keko, em tiştekî naxwazin! Tenê em dixwazin vegerin ser warê xwe! Bila em jî bizanibin ku axa me heye."
Her wiha Nesrîn Bekir, jineke din a Efrînî ye û amaje bi wê yekê dike ku her carê koçberiya wan dikeve çileya zivistanê.
Nesrîn dibêje, "Em serma û seqemê dibînin, heta li vir du şevan baran li me barî.
Em çi qasî ji Xwedê jî daxwaz bikin, duayên me hemû dibin nifir û bi ser me de dibarin.
Qurbana Xwedê bim. Xwedê jî rûyê xwe ji me wergerandiye."
Amar çi dibêjin?
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, hejmara koçberan li parêzgeha Hisîçayê ji 5 hezar û 725 kesan ji roja Yekşemê ve, derketiye nêzîkî 134 hezar û 803 kesan.
Rêxistinê sedema vê yekê wiha rave kir, "Tirsa ji îhtimala derketina şer di navbera HSDyê û hêzên hikûmetê de, bi taybetî ji aliyê kesên ku li nêzîkî girtîgeh û baregehên leşkerî yên HSDyê dijîn, bûye sedema vê pêla mezin a koçberiyê."
Her wiha hat amajekirin ku hezar û 647 kesên din jî li Kobaniyê koçber bûne û şêniyên wir behsa nebûna xwarin, av û elektrîkê dikin.
Alîkariyên mirovî
Zêdetirî du hezar û 500 malbatên Kurd ji Heleb, gundewarê Hisîçayê û navçeyên din berê xwe dane Qamişloyê.
Di vê rewşa dijwar de, tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dest bi belavkirina xwarin, av û pêdiviyên zivistanê li ser kesên ku xwe li dibistan û mizgeftan girtine, kirine.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî jî tekez dike ku zêdetirî 41 hezar kes li stargehên komî yên Hisîçayê ne û "pêdiviyeke wan a lezgîn bi xwarin û kelûpelên sereke yên wekî doşek û betaniyan heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse