Li Agiriyê otomobîlekê li 2 jinan da, yek ji wan mir

06-11-2025
Nîşan Agirî Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê li 2 jinan da ku wan dixwest ji aliyê din ê rê derbas bibin.

Di vê qezayê de jinek mir û ya din jî bi giranî birîndar bû.

Qeza li ser rêya Agirî-Erziromê qewimî.

Otomobîla bi plakaya 06 EYP 628 a ku S.K. diajot, li her du jinan da.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Her du jinên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Lê yek ji wan nehat rizgarkirin û li nexweşxaneyê mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst