Husên Qaîdî: 2 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

06-11-2025
RÛDAW
Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî DAIŞ Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî ragihand ku 2 jinên Kurd ên Êzidî yên 21 û 26 salî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Husên Qaîdî ji Rûdawê re axivî û mizgînî da malbatên revandiyan û got:

"Spas ji bo Xwedê, wekî ku me soz dabû xizmên wan, me mizgîniyeke xweş gihand ku îro 2 jinên Êzidî yên 21 û 26 salî hatin rizgarkirin."

Husên Qaîdî diyar kir ku ew li ser sînorê Îraqê li welatekî cîran hatine dîtin û piştî wergirtina agahiyan, tîmên wan ew rizgar kiriye.

Qaîdî ji ber sedemên ewlehiyê nav û cihê wan ê rizgarkirinê eşkere nekir lê da zanîn ku ew îro gihîştine Dihokê û dê vegerin cem malbatên xwe.

Qaîdî li ser hejmara kesên ku heta niha hatine rizgarkirin jî da zanîn:

"Hejmara kesên ku heta niha hatine rizgarkirin gihîştiye 3 hezar û 593 kesan.

Li gorî amaran, nêzîkî 2 hezar û 500 kesî jî mane."

Husên Qaîdî tekezî li ser soz û peymana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo rizgarkirina hemû revandiyan kir û got:

"Em wekî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, soz û peymana cenabê Serokê Herêmê bi cih tînin û tiştê pêwîst be em dê bikin da ku em karibin ew xizmên me yên mayî hemûyan rizgar bikin.

Em soz didin, em dê li ser karê xwe berdewam bin da ku karibin xweşiyê bixin nav dilê malbatekê, zarokekî, jinekê, keçeke ku ev 11 sal in çarenivîsa wan ne diyar e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst