Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan: Êzidiyên ku ji Kampa Holê reviyane bila pêwendiyê bi me re deynin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Kurdên Êzidî DAIŞ Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê di daxuyaniyekê de bangî wan Kurdên Êzidî yên ku ji Kampa Holê rizgar bûne kir ku pêwendiyê pê re deynin.

Berpirsê nivîsgehê dibêje, "Li kû derê bin em dê bi lez bi hawara wan ve biçin."

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê li ser Kurdên Êzidî yên ku ji Kampa Holê rizgar bûne daxuyanî da.

 Nivîsgehê di daxuyaniyê de wiha got, "Piştî reva hinek ji niştecihên Kampa Holê, niha ew azad in û dikarin ji bo alîkariyê pêwendiyê bi me re deynin; xizmên wan li benda wan in û kes nikare zirarê bide we."

“Em ê bi hawara wan ve biçin”

Husên Qaîdî, Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê yê ku ser bi Ofîsa Taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye ji Rûdawê re got:

"Ji ber bûyerên Sûriyeyê beşek ji niştecihên Kampa Holê reviyane û di nav wan de Kurdên Êzidî jî hene.

Em daxwaz dikin ku bê tirs pêwendiyê bi me re deynin da ku em wan rizgar bikin."

Her Kurdekî Êzidî ku li derveyî Kampa Holê ye û karîbe xwe rizgar bike, dikare pêwendiyê bi van hejmaran re deyne da ku bi hawara wî ve biçin: (009647504676173 – 009647504458024 – 009647502212982).

Husên Qaîdî her wiha got, "Her Êzidiyê ku pêwendiyê deyne, li hemû bajarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nûnerên me hene û ew dê bi lez bi hawara wî ve biçin û wî vegerînin nav xizmên wî."

Çarenivîsa 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî nediyar e

Li gorî amara Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê ya ji bo Rûdawê, heta îro çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 500 Kurdên Êzidî nediyar e ku di êrişa çekdarên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an de hatibûn revandin.

HSD ji Kampa Holê vekişiya

20ê Kanûna Paşîn a 2026an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî vekişîna xwe ji Kampa Holê ragihandibû û sedema wê jî bi "xemsariya civaka navneteweyî" û êrişên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve girêdabû ku bûye sedem ku hêzên xwe ji bo parastina bajaran veguhezînin.

Li gorî amara dawî ya ku du roj beriya valakirina kampê Rêveberiya Xweser dabû Rûdawê, li Kampa Holê 6 hezar û 846 malbat hebûn ku hejmara wan 24 hezar û 384 kes bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst