Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr piştî serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê çû Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî nûçeya ANHAyê Osman Baydemîr bi serdaneke şexsî gihîşt Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî agahiyan, Osman Baydemîr dê gelek saziyên civaka sivîl, partiyên Kurdan û navendên li Rojavayê Kurdistanê ziyaret bike.
Li gorî nûçeyê, armanca serdana Baydemîr ew e ku rewşa siyasî û civakî ya herêmê ji nêzîk ve bişopîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse