Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîn û Şehbayê komên çekdar zeytûnên cotkarên Kurd talan dikin û bacên giran li ser berhemên wan disepînin.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Neyrebiyê yê Şehbayê çekdarên koma Hemzatê cotkarekî Kurd bi zorê ji nav baxê wî derxistiye.
SOHRê diyar kir ku di wî baxî de 200 darên zeytûnan hene û çekdaran dest daniyê ser berhemê wî baxî.
SOHRê her wiha da zanîn ku li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çekdarên koma Emşatê bacên giran disepînin.
Koma Emşatê bi rêya komîteya xwe ya aborî ji sedî 50 bacê li ser berhemên zeytûnan disepîne.
SOHRê destnîşan kir ku heman kiryar li gundên Hêkiçê, Mîrona Jorîn, Mîrona Jêrîn, Sinare û Enqeleyê jî tên kirin û xercên cotkaran li ber çavan nayên girtin.
Rewangehê mînakeke din a talanê jî eşkere kir.
Li gundê Kawendayê yê navçeya Racoyê, çekdarên Emşatê 30 kîs zeytûnên cotkarekî Kurd talan kirine.
Çekdaran her wiha li wî cotkarî û kurê wî daye û gefa revandinê li wan xwariye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse