Îbrahîm Şêxo: Armanc birçîkirin û koçberkirina Kurdên Efrînê ye

04-09-2025
RÛDAW
Parêzer Îbrahîm Şêxo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Parêzer Îbrahîm Şêxo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efrîn Talan Ofîsên Aboriyê Bac Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mafnas û parêzer Îbrahîm Şêxo diyar kir ku sal derbas dibin lê talana komên çekdar a li Efrînê bi dawî nabe û armanca sereke koçberkirina Kurdan û bicihkirina Erebên hawirde ye.

Bi nêzîkbûna demsala çinîna zeytûnan re, komên çekdar careke din ji bo standina bacê bi awayekî fermî ofîsên xwe vedikin û gefan li xelkê dixwin.

Mafnas û parêzer Îbrahîm Şêxo ji Efrînê bû mêvanê Rûdawê û behsa rewşa dawî ya wî bajarê Rojavayê Kurdistanê kir.

“Ofîsên aboriyê ji bo birçîkirina xelkê ne”

Şêxo da zanîn ku komên çekdar bi navê "ofîsên aboriyê" navendên standina bacê vekirine û got, karê van ofîsan ew e ku baca bi zorê li ser zeytûnan bisepînin û dest deynin ser mal û milkên xelkê.

Îbrahîm Şêxo wiha got, “Çekdar bi van ofîsan karên xwe yên talankirinê didomînin û ev jî beşek ji siyaseta wan a birçîkirina xelkê ye.”

Hêviyên xelkê pûç derketin

Beriya niha Birêvebiriya Efrînê ragihandibû ku ew dê serdestiya komên çekdar li herêmê bi dawî bikin û baregeh û ofîsên wan ên leşkerî û ewlehiyê bigirin.

Lê bi gotina Îbrahîm Şêxo, ev soz nehatine bicihanîn û hêviyên xelkê nemane.

Şêxo got, “Di rastiyê de çekdar û berpirsên hikûmeta Şamê li hev rûniştin û biryar bû ku çekdar malên xelkê vegerînin.

Lê li gorî agahiyên me, li derdora Efrînê hîn jî kesên din di malên Kurdan de dimînin û guh nadin biryara valakirinê.”

“Rewş ne wekî ku tê gotin e”

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku rêjeya vegera xelkê Efrînê ji sedî 60î derbas kiriye lê ji ber kiryarên çekdaran naxwazin li warê xwe bimînin û wiha pê de çû:

“Dema xelk dibîne ku çekdar dest datînin ser mal û milkên wan, naxwazin bimînin.

Em di ragihandinê de dibihîsin ku rewşa li Efrînê baş bûye û malên xelkê li wan tên vegerandin lê di rastiyê de tiştekî wiha nîne.

Dîmenên wan ên ku li Cindirêsê derketine holê her tiştî eşkere dikin.”

"Ofîs tenê li Efrînê hene"

Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku ofîsên aboriyê yên ji bo wergirtina bacan, di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne û got:

“Wan çekdaran li gelek gundan destê xwe daniye ser mal û milkên xelkê û bacê ji xelkê dixwazin.

Ev ofîsên ku dest datînin ser mal û milkên xelkê tenê li herêma Efrînê hene.

Minak ew ofîs li bajarê Ezazê yê cîranê me ye nînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst