Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif, bersiv da daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack da.
Tom Barrack gotibû, "Nenavendîbûn li Rojhilata Navîn û Balkanan bi ser neket."
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ne nenavendîbûn, navendîbûna tund bûye sedema wêraniyê.
"Navendîbûna tund sedema krîzan e"
Feysel Yûsif destnîşan kir ku mînakên Barrack ên li ser Îraq, Yugoslavya û Libnanê rastiyeke bingehîn paşguh dikin.
Berdevkê ENKSyê got: "Nenavendîbûnê wêranî çênekiriye lê ew navendîbûna tund a ku rejîman dimeşand bûye sedema krîz û dabeşbûnan."
"Gelên herêmê bacê didin"
Feysel Yûsif anî zimên ku wan rejîman mafên neteweyî yên gelan bin pê kirine û demokrasî red kiriye.
Wî got, "Heta îro jî gelên herêmê bacê didin, bêyî ku em li herêma xwe tawanên Peymana Sykes-Picotê ji bîr bikin."
"Çareserî zelal e"
Li gorî Berdevkê ENKSyê, çareserî hêsan e ku ew jî "demokrasî, nenavendîbûn û bihêzkirina gelan a ji bo birêvebirina karên xwe ye."
"Vegera li sîstema kevn nabe"
Feysel Yûsif diyar kir, her çend gotûbêjên li ser şêweyê desthilatê li Sûriye û welatên din dirêj bikin jî vegera li sîstemên kevn ne pêkan e.
Feysel Yûsif axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Bê guman Birêz Tom dizane ku ezmûnên herî serkeftî yên cîhanê, ezmûnên nenavendî ne ku aramî parastine û pêşketin bi xwe re anîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse