Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kirin û got, “Êrişên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê sûcê mirovahiyê ne.”
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu Kutevî îro di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Zeynep Oduncu Kuteviyê bal kişand ser êrişên komên çekdar û hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê û got:
"Êrişên ku ji doh ve li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê berdewam dikin, sivîlan dikin armanc û ev yek sûcekî mirovahiyê ye."
"Hewl didin pêvajoyê têk bidin"
Zeynep Oduncu Kuteviyê amaje bi metirsiya li ser koçberên Efrînê û hewlên têkbirina diyaloga di navbera HSD û Sûriyeyê de kir û wiha pê de çû:
"Windahiyên ku zarok jî di nav wan de ne, nîşan didin ku bi deh hezaran mirovên ku ji Efrînê reviyane û li van her du taxan bi cih bûne careke din rûbirûyî gefa komkujiyê ne.
Di serdemeke wiha de ku entegrasyona HSDyê ji bo nav artêşa Sûriyeyê tê axaftin, ev êriş amaje bi wan aliyan dikin ku hewl didin pêvajoyê têk bidin."
Banga rawestandina êrişan
Parlamentera Êlihê diyar kir ku divê ji bo parastina sivîlan demildest berpirsyarî bê wergirtin û got:
"Tiştên li Helebê diqewimin, dê bibin sedema wêrankariyên mezintir ên li seranserî Sûriyeyê.
Em wekî DEM Partî van êrişan şermezar dikin û dixwazin ku ne şer lê rêya diyalog û aqil bê hilbijartin."
Bîlançoya êrişan
Ji doh ve taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di bin êriş û topbaranên giran de ne.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, heta niha di encama êrişan de 7 kesan canê xwe ji dest daye û 54 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse