Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku dorpêça li ser her du taxên Kurdan ên Helebê berdewam dike.
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Kurdan doh agirbest hatibû ragihandin.
"Rêbend nehatine rakirin"
Hêvînê diyar kir ku rewşa li her du taxan aram e lê ew di amadebaşiyê de ne û got:
“Dorpêça li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berdewam dike, ambargoyeke gelekî giran heye.
Bendên axî yên çekdarên hikûmeta Sûriyeyê nehatine rakirin û rêyên ku diçin her du taxan hatine girtin.
Çekdar li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi cih bûne.”
Li gorî Hêvîn Silêmanê ev siyasete bi zanebûn tê meşandin da ku tevlîheviyê li her du taxan çêbikin.
Wê her wiha anî zimên ku ew çekdarên artêşa Sûriyeyê yên ku li derdora taxan kom bûbûn, hîn nehatine vekişandin.
"Zexta birçîkirinê heye"
Hevseroka Encumenê bal kişand ser rewşa mirovî ya dijwar a li her du taxên Kurdan û got ku rê nayê dayîn sotemenî, derman û xwarin derbas bibin û biland:
"Zexta birçîkirinê heye. Rewş zehmet e lê gel li ber xwe dide ji ber ku ev ne tiştekî nû ye. Berê jî bi salan em di bin dorpêçê de bûn."
Diyalog dê berdewam bike
Hêvînê derbarê hevdîtinên bi hikûmeta Sûriyeyê re jî ragihand ku dê civînên leşkerî û ewlehiyê bên kirin da ku lihevkirina 1ê Nîsanê bidome û li pey çû:
"Em naxwazin şerekî din derkeve û em dixwazin pirsgirêkan bi aştî û diyalogê çareser bikin. Têkiliyên me qut nabin û ev rewşa niha awarte ye."
Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser 1ê Nîsana 2025an derbarê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê peymanek îmze kiribû ku vekişîna hêzên leşkerî û pevguhertina girtiyan li xwe digirt.
#VÎDEO - Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berdewam dike, ambargoyeke gelekî giran heye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 8, 2025
🗨️ Çekdar li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi cih bûne
🗨️ Rê bi temamî girtî ne, gel nikare derbasî taxên xwe bibe
🎙️ Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê… pic.twitter.com/YcbUwbrfdz
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse