Li Semsûrê kesek piştî 20 demjimêran bi birîndarî hat rizgarkirin

07-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê piştî nêzîka 20 demjimêran ji erdhejê kesek bi birîndarî ji nav kavilên avahiyeke hilweşiyayî ya 9 qatî hat rizgarkirin. Hewlên dîtin û rizgarkirina welatiyên din jî berdewam in.

Li parêzgeha Semsûrê piştî nêzîka 20 demjimêran ji erdheja roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê kesek bi navê Fîlîz Coşar bi birîndarî ji bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî ya 9 qatî hat rizgarkirin û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Welatiyên li derdora avahiyê jî li bendê ne xebereke xêrê ji kes û karên xwe bibhîzin û bên rizgarkirin. Di heman demê de kar û xebatên rizgarkirina welatiyên din bi kavilên xanî û avahiyên hilweşiyayî de mane berdewam in.

Roja 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst