Li Ranyeyê ji ber gaza sobeyê du zarokên 6 salî mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Raperîn Ranye Teha Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Tenduristiyê yê Raperînê ragihand ku du zarokên cêwî yên xwişk û birayê hev, ji ber gaza sobeyê xeniqîn.

Berdevkê Tenduristiyê yê Raperînê Teha Mihemed ji Rûdawê re ragihand vê sibehê saet 06:00an du zarokên 6 salî yên cêwî ku li taxa Tîtokeyê ya navçeya Ranyeyê dijiyan, gihandine Beşa Hewarçûnê ya Ranyeyê ku ji ber gaza sobeyê canê xwe ji dest dabû.

Birêvebirê Hewarçûnê yê Ranyeyê Hejar Omer ji Rûdawê re got, “Ew malbat xwedî 4 zarokan e.

Zarokê wan ê herî biçûk li odeya dê û bavê xwe bûye û 3 zarokên din jî li odeya xwe bi hev re razane.

Bi şev sobe netemirandine û li ber sobeyê kursiyek hebûye. Kursî şewitiye û dû jê derketiye. Du zarokên wan ên cêwî bi hev re xeniqîne lê zarokê din ê 7 salî silamet e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst