Îlham Ehmedê hişyarî da: Lîstikên mezin hene

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê diyar kir ku “lîstikên mezin hene û divê gel ji wan hişyar be” û got, “Di destûrê de dê mafên gelê Kurd misoger bibin û destkeftiyên mezintir dê werin bidestxistin.”

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyeyê û peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî de, li Pirtûkxaneya Şilêrê ya li Qamişloyê civînek li dar xist.

Di civînê de endamên Yekîtiya Rewşenbîran, nûnerên saziyên sivîl û rûspî amade bûn.

Civîn ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ve hat birêvebirin.

Li gorî nûçeya ANHAyê Îlham Ehmedê di destpêka axaftina xwe de got:

"Di serî de li beramberî şervan û gelê me yê fedakar, em deyndarê wan in. Israra wan a ji bo têkoşînê ye, divê em jî daxwazên wan pêk bînin. Aramî, maf û azadiya gelê xwe jî bi cih bînin.”

“Dixwazin bi vê hestiyariyê şerê navxweyî derxin”

Îlham Ehmedê behsa pêvajoya heyî kir û wiha got:

“Projeyek bi pêş ketibû, projeyek ji bo azadiya gelan bû. Lê niha hinek hestiyarî çêbûye.

Bi taybetî di mijara mafên gelan de. Di vî warî de gelek hestiyarî heye. Hinek jî dixwazin bi vê hestiyariyê şerê navxweyî çêbe, gelek hewldan jî hene, bi taybetî di navbera gelan de.

Divê em hişyar bin. Projeya bi pêş ketiye di destpêkê de ji bo tevahiya gelan bû. Bi taybetî mafên gelê Kurd bû.

Doza gelê Kurd wekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijîn, li beramberî wê siyasetên desthilatê yên ku hatine meşandin, hem demografiya herêmê û zîhniyeta dane rûniştandin heta niha hewldanên heyî li ser esasê şeytankirina vî gelî ne.

Bê maf û nasname hiştine. Hîn li ser van kar dikin. Her wiha hin kes ji bo vê siyasetê dibin amûr.”

“Biryara Hikûmeta Demkî erênî ye”

Îlham Ehmedê bal kişand ser hewldanên derxistina fitneyê û wiha pê de çû:

“Di navbera pêkhateyan de dixwazin şerê navxweyî derkeve. Fitne û kînê didin avakirin.

Dixwazin gelê Kurd ji holê rakin, armanc jî û siyaset jî gelekî diyar e. Me di destpêkê de hewl da em pêşiyê bigirin. Pêşiya fitne û fesada heyî bigirin. Her wiha gelê me bibe xwedî maf.

Biryara ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ve derketiye ya ji bo mafê gelê Kurd, cara yekem e ku biryareke wiha derdikeve ku Kurd bibin xwedî biryar û nasname.

Ev biryareke erênî ye. Ev yek jî dê bê şopandin. Her wiha şopandina wan biryaran ji aliyê siyasî û qanûnî ve em çawa dikarin bi cih bikin û pratîka wê li ser erdê pêk were.”

“Parêzgarê Hisîçayê diyar bû”

Îlham Ehmedê li ser entegrasyonê (tevlîbûn) jî got:

“Firqe û lîwa dê ji bo Hisîça (Hesekê) û Kobaniyê çêbin û hevalên jin jî cihê xwe di nav de bigirin.

Her wiha ji bo mijara saziyên sivîl, çandî û ziman jî dê lihevkirin bê kirin.

Parêzgarê Hisîçayê diyar bû. Her wiha hin xal hene wekî deriyên sînor û ziman û hwd, nîqaş li ser wan tên kirin.

Her wiha komîteyeke fermî ji bo destûrê nehatiye çêkirin lê agahî dan ku komîteyek bê avakirin.”

“Gotin, nivîsandin û pênûs ji fîşekekê xurttir in”

Îlham Ehmedê di dawiyê de got:

"Lîstikeke pir xerab heye. Divê em ji van lîstikan hişyar bin û bi têkoşîna siyasî em wan têk bibin.

Armanca dijmin têkbirina gelê Kurd bû lê rola gelê Kurd li pêş çavan bû. Yekîtiya Kurdan a dîrokî çêbûye.

Rih û destkeftiyên Rojava ev yekîtî daye avakirin. Gotin, nivîsandin û pênûs ji fîşekekê xurttir in.

Di destûrê de dê mafên gelê Kurd misoger bibin û em destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Her astengiyeke derdikeve, em dê çareseriyekî bibînin.

Her wiha ji bo koçberên Efrîn û Serê Kaniyê û tevahiya koçberan xebat tê meşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst