Li Wanê piştî baranê kolan û kargeh di bin avê de man

07-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde lehî rabû.

Ji ber lehiyê cade, kolan, dikan, mal û kargeh di bin avê de man.

Ber deriyê benzînxaneyekê bûye wekî goleke avê û xwediyê wê karê xwe rawestandiye.

Xwediyê benzînxaneyê Yusuf Terîm got, “Ev jêrebihûr sala 2011an hat çêkirin.

Mixabin 13 sal in her dema baran dibare em heman karesatê dijîn.

Heta niha benzînexaneya me 3-4 caran di bin avê de maye.

Ji bilî me dikanên sê esnafên hevalên me yên li kêleka benzînxaneyê di bin avê de man.”

Ji ber ava li ser cadeyan otomobîl û peya di çûnûhatinê de rûbirûyî astengiyan bûn.

Welatî dibêjin avrêjên bajêr teng hatine çêkirin û daxwaza çareseriyê dikin.

Welatî Alperen Açma wiha anî ziman, "Her tim halê me ev e. Her dema baran dibare, halê me wiha ye.”

3 roj in li Wanê baran dibare. Tîmên Şaredariyê hinek ji avrêjên bajêr vekirine.

Lê metirsiya lehiyê berdewam dike û welatî dixwazin ku pirsgirêka avrêjên bajêr bi temamî were çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst