HPGyê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir

07-05-2024
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Sedat Aksû Şevger Çiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya fermandarekî xwe yê ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser fermandarê xwe yê ku canê xwe ji dest dabû daxuyaniyek belav kir.

HPGyê ragihand ku fermandarê wan Sedat Aksuyê bi nasnavê “Şevger Çiya” 22yê Kanûna Paşîna 2022yan li “Herêma Parastina Medyayê” ya Başûrê Kurdistanê di êrişeke artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, Sedat Aksu li gundê Eqresê yê Mêrdînê ji dayik bûye.

HPGyê da zanîn ku Sedat Aksu sala 1998an li herêma Bagokê tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst