Baroya Amedê êrişa ku li parêzerekî hatibû kirin şermezar kir

07-05-2025
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Yasîn Îçlî Abdulkadîr Guleç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Baroya Amedê êrişa li parêzer Amedê Yasîn hatiye kirin şermezar kir.

Li parêzgeha Amedê duh kesekî bi çekê êrişî parezerê Baroya Amedê Yasîn Îçlî kir û ew birîndar kir.

Êriş li ofîsa hevalekî Îçli ya parezeriyê pêk hat.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan parêzerê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyan, kesê êriş kiriye di dosyeyeke qezaya trafîkê de aliyê beramber e ku Yasîn Îçlî dişopand.

Êrişkar berî niha jî gef li parêzerê navborî xwariye û wî parêzerî derbarê mijarê gilî kiriye.

Parêzerên li Amedê bi serokatiya Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç îro li pêş Dadgeha Amedê kom bûn û bi daxuyaniya medyayê êrişa li parêzer Yasin Îçlî hatiye kirin şermezar kir.

“Êriş li karê parêzeriyê hatiye kirin”

Abdulkadîr Guleç ragihand ku  dê bûyerê û pêvajoya yasayî heta dawiyê bişopînin û got:

“Êrîşa li dijî hevpîşeyê me bi temamî li dijî çalakî û karê parêzeriyê hatiye kirin.

Em dixwazin bêjin ku êrişa li dijî parêzeran li dijî azadiya lêgerîna mafan û welatiyan e.

Armanca erka fermî ya ku parêzer bicih dike parastina hiqûqa welatî û dabînkirina edaletê ye.

Tevî vê yekê li dijî parêzeran ku navbeynkarê azadiya lêgerîna mafan a welatiyan û gihiştina edalatê ne li ofîsên wan, li holên dadgehê û li cihên kişf û heczê mixabin bi hemû awayî êrişên devkî û fîzîkî berdewam dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst