AMED - Ji bo tohmetbarên DAIŞê biryara beraetê hat dayîn

58 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Amed Doz DAIŞ Osman Akin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê 7 kes bi tohmeta ku li ser navê DAIŞê çalakî kirine dihatin darizandin.

Di nav wan tometbaran de Osman Akinê bi nasnavê “Mamoste El Kurdî” jî hebû.

Ji bo her 7 tometbaran biryara beraetê hat dayîn.

Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Tê îdiakirin ku Osman Akin berpirsê DAIŞê yê Tirkiyeyê ye.

Rûniştina ku Osman Akin jî di nav de bû serê sibehê dest pê kir.

Tometbar Osman Akin di parastina xwe de got ku kovara bi navê “Ahlak ve Sünnet” (Exlaq û Sinet) qanûnî ye.

Dozger biryar bir Dadgeha Îstinafê

Dozger di mutalaya xwe de bal kişand ser raporên MASAKê ku liv û tevgera pereyan a tometbaran tesbît kiriye.

Dozger xwest ku her 7 tometbar ji ber sûcên "endamtiya rêxistina çekdarî" û "binpêkirina qanûna fînansekirina terorê" werin cezakirin.

Lê belê dadgehê bi hinceta ku "delîlên teqez û qanihker nînin" ji bo her 7 tometbaran bi cuda biryara beraetê da.

Dozger ev biryara beraetê bir Dadgeha Îstinafê.

Sala 2023yan hatibû desteserkirin

Tê îdiakirin ku Osman Akin berpirsê DAIŞê yê Tirkiyeyê ye û bi nasnavê “Mamoste El Kurdî” tê naskirin.

Akin 5ê Gulana 2023yan di operasyonekê de hatibû desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê wê demê Suleyman Soylu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî operasyon bi gotinên "Polîsê Tirk digire" ragihandibû.

Osman Akin piştî ku salekê di girtîgehê de ma hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst