Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Miçîçê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê pirsgirêka kêmaviyê heye.
Şêniyên gund diyar dikin ku ji ber xerabûna kanala avê ew rastî zehmetiyên mezin tên.
Nêzîkî 70 malbat li wî gundî dijîn û ji bo debara xwe bi awayekî rasterast pêwîstiya wan bi wê kanala avê heye.
"Di kanalê de çîmento nehatiye bikaranîn"
Muxtarê gund Ayhan Ak diyar kir ku kanal beriya 3 salan hatiye çêkirin lê ji ber ku bi awayekî baş nehatiye çêkirin zû xera bûye û got:
"Her du aliyên kanalê xera bûne, ji ber ku bi temamî ji qûmê hatiye çêkirin û qet çîmento tê de nehatiye bikaranîn.
Em gelekî kêfxweş bûbûn û me digot qey dê îsal ava me zêde bibe.
Berf û baran bariya lê mixabin îsal em ti fêdeyê ji vê kanalê nabînin."
Şêniyê gund Elî Yîgît jî anî zimên ku kanala avê li gorî pêwîstiyan nehatiye çêkirin û pê de çû:
"Li şûna kanaleke baş, tenê qûm hatiye danîn û çîmento tevlî nekirine.
Diviyabû ev kanal 10-15 salan li ber xwe bide lê mixabin salekê jî li ber xwe neda."
Li gorî gotinên şêniyên gund û muxtar, wan berê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê serî li saziyên pêwendîdar daye.
Lê li ser çêkirin an jî nûjenkirina kanalê wan heta niha ti bersiv wernegirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse