Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser 12 leşkerên ku di şikeftekê de ji ber gaza metanê mirin got, “Ev bûyer dê bi lêpirsîna îdarî heta hûrgiliya herî biçûk were lêkolînkirin.”
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh ragihandibû ku 19 leşkerên wan di şikeftê de ji ber gaza metanê bi jehrê ketine û 5 ji wan mirine.
Wezaretê îro daxuyaniyeke din da û diyar kir ku 7 leşkerên din jî mirine û bi vî awayî hejmar gihîşt 12an.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji bo wan leşkerên ku li herêma Zap-Metînayê ya di nav axa Herêma Kurdistanê de di şikefteke ku berê PKKyiyan bi kar dianî de mirin li Colemêrgê beşdarî merasîma bû.
Guler di merasîma ku Sererkanê Giştî Metên Gurak û fermandarên din jî beşdar bûn de axivî û diyar kir ku doh li herêma operasyonê, ji bo gihîştina cenazeyê Nurî Melîh Bozkurtê ku 28ê Gulana 2022yan miribû leşkeran di şikeftekê de xebatên lêgerîn û kontrolê kirine.
Bandora gaza metan û karbonmonoksîtê li wan bûye
Guler diyar kir ku di dema xebatê de bandora gaza metan û karbonmonoksîtê li leşkeran bûye û wiha axivî:
“Hevalên me yên çekdar ên ku bandora gazê li wan bûbû û ji şikeftê hatibûn derxistin yekser sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Di heman demê de ji bo hevalên me yên ku di şikeftê de mabûn, bi hevahengiya tîmên AFADê û Saziya Komirê ya Tirkiyeyê xebateke berfireh hat destpêkirin.”
Yaşar Guler destnîşan kir ku di encama vê bûyerê de 12 leşker mirine û anî ziman:
“Ev bûyera ku em xistine nav êş û xemgîniyeke kûr dê bi lêpirsîna îdarî ya ku me daye destpêkirin heta hûrgiliya herî biçûk were lêkolînkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse