Amed (Rûdaw) - Partiya Demokratik a Gelan HDPê di bi dirûşma ‘’çareserî em in û ji şer û kedmêjîyê re na” li qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng lidar xistin. Hevserokê giştî yê HDPê Mîthat Sancar rexne li partiya desthilat kir û got “Ev desthilat her ku lawaz dibe serî li planên şer ên nû dide. Ew operasyonên ku li Başûrê Kurdistanê didin meşandin yek ji perçeyek hedefa wan a kirina meydana şer a vê erdnîgariyê ye.”
Mîtînga HDP a ku di bin 44 pîle germahiyê de birêve çû de bi beşdariyek zêde parlementer û rêvebirên partîyê jî amade bûn. Li qada Îstasyonê ya mîtîngê berî gotara Hevserokê giştî yê HDPê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz gotar pêşkeşkirin.
Hevserokê KCDê Berdan Ozturk got “Dibêjin hevhelalkirin û hevhelalkirin. Heta hesabê Geliyê Zîlan, hesabê qetlîama Dêrsimê û heta hesabê Roboskiyê nedin em dê çawa hev helal bikin.”
Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz dibêje “Desthilata îro di 100mîn sala Lozanê de dixwazin Lozana duyemîn bi gele Kurd bidin jiyandin. Di dîroka sed sale a lozanê de ji Şêx Seîd heta Koçgirîyê,ji Agirîyê heta Dêrsîmê kurd her dem têkoşiya ne.”
Di mîtînga ku cîh cîhan di navbera komîteya amedekar a mîtîngê beşdarvanan û asayîşa Amedê de alozî derketin de hevserokê HDP Mîthat Sancar gotarek pêşkeşkir Sancar di gotara xwe de amaje bi ferzbûna aştiyê anî û rexneyên tund li partîya desthilatê AKP kir.
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar anî ziman “Ev desthilat her ku lawaz dibe serî li planên şer ên nû dide. Ew operasyonên ku li Başûrê Kurdistanê didin meşandin yek ji perçeyek hedefa wan a kirina meydana şer a vê erdnîgariyê ye. Niha jî planên êrîşa Rojava dikin. Niha jî ji bo îradeya Kurda ya li Rojava bişkênin derî bi derî digerin û destûra şer dixwazin. Ji bo şer û operasyonan ji Tehranê heta Soçiyê li her deriyî dixin.”
Ji bo mîtînga HDP ji bilî amedê ji bajarên dewr û berên amedê jî beşdarvan li qada îstasyonê amede bûn.Beşdarvanên mîtingê bi yek dengî daxwaza aştîyê anîn ziman
Beşdarvana mîtîngê Lamîa Ayaz diyar kir “Em vê zilma li sere Kurdan naxwazin û her bijî Kurd û Kurdistan.”
Beşdarvana mîtîngê Semra Ablay ragihand “Milletê me qenc in û serkeftin ji me re. Xwedê me gişta bike yek. Eger em nebin yek, em dê herin yek bi yek.”
Beşdarvana mîtîngê Cemîle Akbayir destnîşan kir “Em dixwazin asîyê me werin berdan. Em dixwazin gerîlayên me ji çiyê vegerin dê û bavên xwe. Em aşîtiyê dixwazin. Em dixwazin ev şer bisekine.”
Beşdarvanê mîtîngê Mihemed Kolay got “Em awha hevdû bernedin înşellah em fê azadiyê jî bînin, em dê her tiştî jî bînin înşellah.”
Beşdarvanê mîtîngê Uzeyîr Kiliç dibêje “Em dixwazin Kurd bibin yek. Em dixwazin li her çar perçên Kurdistanê tifaqa Kurdan çêbe, yekîtî çêbe. Êdî şer bes e. Em jî weke hemû gelen dinyayê serfiraz û azad bijîn. Daxwaza me aşîtî û azadiya gelê Kurd e.”
Mîtînga Partîya Demokratik a Gelan piştî gotaran bi konserta hunermendê colemêrgî Mûrat Demîr û govenda beşdarvanan bidawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse