Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, şêniyên taxa Dereliyê ji ber pirsgirêka avê bi ser Şaredariya Mereşê de girt û nebûna avê protesto kir.
Li taxa Dereliyê ya navenda Mereşê ev çend roj in pirsgirêka avê heye û xelk ji vê rewşê gelekî aciz in.
Şêniyên taxa Dereliyê doh bi ser avahiya Şaredariya Mereşê de girt û daxwaza îstifaya berpirsên Îdareya Avê ya Şaredariya Meraşê KASKÎyê kir.
Kesên ku bi metere û bîdonên xwe çûn nav avahiya şaredariyê rexne li berpirsan girt û daxwaza çareserkirina pirsgirêkê kir.
“Em îro di nav avê de tî dimînin”
Serokê Şaxa CHPyê ya Mereşê Unal Ateş:
“Li Mereşê bêavbûn gihîştiye wê astê ku xelkê dest bi nerazîbûnê kiriye.
Komek welatiyên taxa Dereliyê, duh ji ber nebûna avê bi ser avahiya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Bajarê Mezin a Mereşê (KASKÎ) de girt û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Welatiyên ku li avahiya KASKÎyê nerazîbûna xwe nîşan da, daxwaz dikin ku ev pirsgirêk demildest were çareserkirin.
Me gelek caran anî ziman ku Mereş ji aliyê çavkaniyên avê ve yek ji bajarên herî dewlemend ên Tirkiyeyê ye.
Li derdora me av heye lê mixabin zîhniyeta AK Partiyê ku 22 sal in welat û nêzîkî 30 sal in jî bi heman kadroyan Mereşê bi rê ve dibe, ji ber ku hilberînên pêwîst nekirine, li hemberî hişkesaliyeke gengaz tedbîr wernegirtine, tenê Çemê Reş wekî çavkaniya avê bi kar aniye û çavkaniyên xwe yên herî baş jî dane Dîlokê, em îro di nav avê de tî dimînin.
Li gundên me bi tankeran av tê veguhastin. Li navenda bajêr li 63 taxan av tê birîn û xelk ji ber bêaviyê, êdî hewl didin bi serdegirtina saziyan nerazîbûna xwe diyar bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse