Serokwezîrê Îraqê: Polîtîkaya avê ya Tirkiye û Îranê bandorê li tevê Îraqê dike

15-12-2023
Nîşan Bestoon Talk Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Pirsgirêka Avê Îran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn, “Polîtîkaya avê ya Tirkiye û Îranê bandorê li tevê Îraqê dike.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di Rûdaw TVyê de bû mêhvanê Bestoon Talkê.

Mihemed Şiya Sûdanî pirsên xwendekarên zanîngehê yên di gelek biwarên cuda de bersivandin.

“Me planeke stratejîk amade kiriye”

Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di demeke nêzîk de here Bexdaye û got:

“Bila her kes zanibe ku me li ser meseleya avê planeke stratejîk amade kiriye. Em hêvî dikin em vê planê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re îmze bikin.”

Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir, “Yek ji pirsgirêkên herî mezîn ên Îraqê guherîna avhewayê û hişkesalî ye” û berdewam kir:

“Hikûmetên berê planên stratejîk bi cih neanîn. Me ji bo avê planeke stratejîk amade kiriye çimkî pirsgirêka me ya avê heye.

Helwestên welatên cîran ji bo me dibin pirsgirêk, herwiha bi qada şarezayiya bikaranîna avê de pirsgirêkên me hene.”

Amerîka çima li Îraqê ye?

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku leşkerên Amerîkayê di çarçoveya têkoşîna bi DAIŞê re li Îraqê ne û di navbera wan de hevahengî heye.

Sûdanî ragihand, wan ji Amerîkayê xwestiye ku hêzên xwe ji Îraqê vekişînin û berdewam kir:

“Ev du sal in em ji dostên xwe yên Amerîkayî re dibêjin ku dema vekişîna Hevpeymaniya Navneteweyî hatiye û êdî pêdiviya me bi wan nîne. Wan jî ev qebûl kir.

Hem Serok Trump hem jî Serok Biden ragihand ku ew dê hêzên xwe yên leşkerî ji Îraqê derxin û tenê hinek şêwirmendan bihêlin.

Ew li ser daxwaza me li vê derê ne. Bi rastî jî li ser daxwaza me li vê derê ne.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşinê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişan tên.

8ê Kanûna Pêşînê bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê da zanîn, "Êriş milîsên Îranî nîşan dide ku li Îraqê bi awayekî azad tevdigerin.”

Piştî vê êrişê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bi rêya telefonê bi Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û destnîşan kir ku “Îraq ji parastina hêzên wan berpirsiyar e.”

“Ew terorîst in”

Sûdanî li ser van êrişan got, “Tevî êrişa li Balafirgeha Hewlêrê jî têvên êrişan çalakiyên terorî ne.

Ew terorîst in, hikûmet û saziyên ewlehiyê dê van bişopînin. Em dê van tawanan derxin holê û em qet tawîzan nadin.

Pêwendiya vê bi ewlehî û aramiya welêt re heye. Hikûmet gelekî micid e ku peywira xwe bîne cih.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di Bestoon Talkê de xeyn ji van babetan li ser gelek mijarên girîng ên di rojevê de axivî.

Hûn dikarin vê lînkê bitikînin û tevê bernameyê temaşe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst