Li Mereşê 62 hezar kes di konteyneran de dijîn

07-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Erdhej Konteyner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, 62 hezar û 409 mexdûrên erdhejê di konteyneran de dijîn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, tevî ku di ser erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê re zêdeyî 7 mehan derbas bûye heta niha bi sedhezaran kes di çadir û konteyneran de dijîn.

Serokê Şaxa Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Mereşê Tayfun Temur ragihand ku li Mereşê li 51 cihan ji bo mexdûrên erdhejê bajarên konteyneran hatine avakirin.

Li gorî amaran piştî erdhejê li Mereş û navçeyên wê li 51 cihan 23 hezar û 212 konteyner hatine danîn û 62 hezar û 409 mexdûrên erdhejê di van konteyneran de dijîn.

Serokwekîla Koma YSPyê ya Parlamentoyê Meral Daniş Beştaşê duh li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke medyayê li dar xist kir û bal kişande ser pirsgirêkên mexdûrên erdhejê.

 Meral Daniş Beştaşê got, “Tevî ku di ser erdhejê re 7 meh derbas bûne heta niha mexdûrên erdhejê di konteyneran de di nav şert û mercên zehmet de dijîn.”

Beştaşê bang li parlamentoyê kir ku bi rojeva erdhejê bi awayekî awarte bicive û ji bo civînê ji partiyên din daxwaza piştgiriyê kir.

Beştaşê da zanîn, 65 îmze kom kirine eger partiyên din jî piştgiriya wan bikin dê 120 îmzeyan temam bikin û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.

Di erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê de li 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 50 hezar esan canê xwe ji dest da û zerara herî zêde li Mereşê û navçeyên wê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst