Di erdhejê de bank hilweşiya: Bi bihayê 2 milyonan zêr winda bûn

16-10-2023
Nîşan Mereş Erdhej Zêr Windabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Di erdhejên Mereşê de bankayeke li navenda bajêr hilweşiyabû.

Zêrên Mustafa Buyukbalik ên di qaseya bankê de “winda bûn.”

Mustefa Buyukbalikê ku zêrên wî winda bûne got, “Wan ji min re got qaseya bankê bi saxlemî hatiye derxistin lê tenê hinek zêrên xisardîtî radestî me kirin. Bi bihayê 2 milyonan zêr winda ne.”

Di encama erdhejên 6ê Sibatê de dapîr, mam, jinbir û 2 pismamên Mustafa Buyukbalik mirin.

Mustafa, piştî definkirina merivên xwe bi bankê re axivî.

Mustafa pirsa qaseya hejmara 45an a ku zêrên wî tê de bûn kir.

Rayedaran got, qase ji nav kavilan hatiye derxistin.

Li gorî îdiayên Mustafa Buyukbalik, wî zêrên xwe bi awayekî kêm û xisardîtî wergirtine.

Mustafa Buyukbalik wiha axivî:

“Piştî erdhejê bi çend rojan me bihîst ku bank hilweşiyaye. Piştre em bi rayedarên bankê re axivîn.

Rayedaran ji me re diyar kir ku qaseya bankê bi awayekî parastî hatiye derxistin û wan got, ‘Hûn dikarin êmanetên xwe bistînin.”

Piştî çend hefteyan wan telefonî min kir û got ‘Çi di qasayê de hebû?’, çi hebû min ji wan re got.”

Piştî wê em çûn bankê, hinek ji zêrên me dan me, wan jî zerer dîtibû. Xebatkarên bankê ev kêlî bi kamerayê jî tomar kirin.

Hinek ji wan zêran ne yên min bûn. Min diyar kir ku hinek ji wan zêran ne yên me ne û min li wan vegerandin.

Min pirsa zêrên xwe yên winda kir, wan ji min lîsteya zêrên winda xwest. Min amade kir û da wan lê ji min re got, ‘Em dê tiştekî nedin te.’

Piştî wê dîmenên kolanê yên li ser kavilên bankê dan me. Me dît ku bi rêbazeke şaş kolan hatiye kirin. 

Li ser van dîmenan me ji CIMERê re nivîsî. Di nivîsê de me diyar kir ku dema kolanê de agahî nedane me, hat gotin ku qase bi sexlemî hatiye derxistin lê zêr bi xisar teslîm kirine.

Banka giştî bersiveke neyînî da me. Ji bo qerebûkirina xisarê, me jî karên yasayî dan destpêkirin.

“570 gram zêr, 80 zêrên tam, 3 nîvzêr û 3 zêrên çaryek nedan me”

Mustafa got, “Ez par zewicîm. Di qasayê de zêrên ku dêya min û bavê min diyarî min kirine hebûn. 570 gram zêr, 80 zêrên tam, 3 nîvzêr û 3 zêrên çaryek nedan me.

Divê me xwe deriyê qaseya xwe vekiriba lê zêrên xisardîtî di hundirê kîsikekî de dan me. Wan ji me re got, ‘Hemû zêrên we ev in.’”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst