HEZKURD: Divê 250 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin

16-10-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mereş Erdhej Zêr Windabûn HEZKURD Mamosteyên Kurdî Barij Celalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HEZKURDê ragihand ku divê îsal li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 250 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin.

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo tayînkirina mamosteyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê dest bi kampanyayekê kiriye.

Li ser medyaya civakî gelek peyam bi etîketa "Divê mamosteyên Kurdî bên tayînkirin" hatin parvekirin.

Ev du roj in ku kampanyaya HEZKURDê berdewam dike.

HEZKURDê da zanîn ku li dibistanên navîn hejmara xwendevanên ku Kurdî hilbijartine kêm e û sedema sereke jî ew e ku mamoste nayên tayinkirin.

Ji bo vê jî HEZKURDê ji bo hîn zêdetir mamosteyên Kurdî bên tayînkirin kampanyayek da destpêkirin.

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê kampanyayê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

“Ev ne meseleyeke siyasî ye, meseleyeke neteweyî ye”

Barij Celalî got “Daxwaza me ji Wezareta Perwerdeyê ew e ku îsal 250 mamosteyên Kurdî bên tayînkirin” û wiha pê de çû:

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di derbarê tayînkirina mamosteyan de hîn jî salname eşkere nekiriye lê em dizanin ku wezîrê nû meha çiriya pêşîn nîşan dide.

Lê belê niha me di çiriya çêşîn de ne. Tevî vê jî tu dem nehatiye zelalkirin.

Em hem hewl didin bi rêya medyaya civakî balê bikşînin ser vê mijarê û hem jî dixwazin di nav gel de daxwazekê çêkin.

Çi Wezareta Perwerdeyê, çi partiyên siyasî û çi parlamenterên Kurd bin, di qada siyasî de li ku derê ji destê me tê em pêwendiyê dikin.

Em hewl didin ku bi wezîr û serokên partiyan re li ser vê mijarê biaxivin û bînin rojevê.

Ev mesele ne meseleyeke siyasî ye, meseleyeke neteweyî ye. Kurd hîn jî nikarin li dibistanan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.

“Asîmîlasyon êdî bûye otoasîmîlasyon”

Dersên hilbijartî ji bo miletekî wekî miletê Kurd bi rastî wekî heqaretê tê hesibandin. Haya me jî ji vê yekê heye lê asîmîlasyon êdî bûye otoasîmîlasyon.

Ji ber vê yekê em dixwazin ji derfeta herî biçûk jî sûdê wergirin.

Li gorî texmînên me îsal 70 hezar xwendekarî dersa zimanê kurdî hilbijartiye lê tenê daxwaza 31 hezar xwendekaran hatiye bicihanîn.

Ji bo van 31 hezar xwendekaran tenê îsal pêwîstî bi 250 mamosteyan heye.

Li gorî pîvanên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê divê herî kêm 250 mamoste bên tayînkirin.

Lê dema kontejan hatin diyarkirin tenê ji bo 50 mamosteyên Kurdî kontejan hat veqetandin.

Ji vana 35 ji bo Kurmancî û 20 jî ji bo dersên Zazakî bûn.

Li gorî daneyên ku di destê me de ne, niha divê 250 mamoste bên tayînkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst