Şêniyên Hewlêrê dê 30 salan ji pirsgirêka avê rizgar bibin

07-11-2025
RÛDAW
Projeya Dabînkirina Avê ya Hewlêrê / Wêne: Rûdaw
Projeya Dabînkirina Avê ya Hewlêrê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Hewlêr Av
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê doh çû serdana 3 projeyên stratejîk ên li Hewlêrê.

Yek ji wan Projeya Dabînkirina Avê ye ku dê Hewlêrê ji bo 30 salên bê ji pirsgirêka avê rizgar bike.

Ew proje bi armanca çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, bipêşxistina sektora geştyariyê û parastina şûnwarên dîrokî tên bicihanîn.

Hewlêr ji pirsgirêka avê rizgar dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe de, qonaxa dawî ya Projeya Dabînkirina Avê vekir ku projeyeke girîng e ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji bo şêniyên paytexta Herêma Kurdistanê ya ji bo 30 salan.

Mesrûr Barzanî piştî merasîma vekirinê ji rojnamegeran re axivî û got:

"Di demeke rekor de, di nava salekê de ev projeya mezin hat çêkirin ku li gorî hemû pîvanan û kesên şareza, karê 3 salan û zêdetir e.

Cihê destxweşiyê ye ku bi hêz û şiyana navxwe hatiye kirin.

Kompanyayeke navxwe karî vê projeya mezin pêk bîne, ev cihê dilxweşî û serbilindiyê ye."

Projeya Bendava Duwînê

Serokwezîr Barzanî çû serdana Projeya Bendava Duwînê ku 40 kîlometreyan li bakurê Hewlêrê ye û dê bibe bendava herî mezin a yekem a li parêzgeha Hewlêrê.

Bendav dê xwedî şiyana komkirina 100 milyon metre sêgoşe av be û dê roleke berbiçav di dabînkirina avê û bipêşxistina sektora çandiniyê de bilîze.

Xwediyê Kompanyaya Sînkê Ebdullah Gerdî ji Rûdawê re anî ziman:

"Bendava Duwînê dê 92 heta 100 milyon metre sêgoşe avê kom bike.

Ji bilî vê, li ser Çemê Şêx Mehmûdiyan heta Şêx Tûrabê dê zincîreyek bendavên biçûk bên çêkirin ji bo zêdetir bipêşxistina sektora geştyariyê."

Nûjenkirina Keleha Duwînê

Yek ji rawestgehên din ên serdana Serokwezîr, pêvajoya nûjenkirina Keleha Duwînê bû ku zêdetirî ji sedî 70yê karên wê temam bûye.

Hevdem li gel nûjenkirinê, tîma şûnwarnasan ji bo dîtina bermahiyên dîrokî dest bi karê kolanê kiriye.

Biryar e piştî temambûna projeyê, keleh bibe muzexane û cihekî girîng ê geştyariyê.

Birêvebirê Şûnwarên Hewlêrê Nadir Babekir da zanîn:

"Em dê bikin muzexane, em dê beşek ji wan kel û pelên ku hatine dîtin, li vir nîşan bidin.

Di hemû waran de, ne tenê olî, ji aliyê geştyarî û dîrokî ve ev keleh girîng e.

Cihê destxweşiyê ye ku di kabîneya nehem de budceyeke taybet ji bo şûnwaran hatiye danîn da ku parastina şûnwaran pê bê kirin."

Plana Giştî ya ji bo Devera Duwînê

Plana giştî ya Duwînê ji 10 bendavên mezin û navîn, coterêyeke bi dirêjahiya 70 kîlometreyan û gelek sûlav û cihên din ên geştyariyê pêk tê.

Biryar e ev projeya berfireh di 6 qonaxan de û di nava 3 salên bê de bi dawî bibe.

Bi vê yekê, devera Duwînê dê bibe navendeke girîng a geştyarî û xizmetguzariyê ya Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst