Serok Barzanî: Divê em ji zilma merkeziyetê rizgar bibin

07-11-2025
RÛDAW
Serok Mesûd Barzanî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Serok Mesûd Barzanî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serok Mesûd Barzanî PDK Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di mitînga Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Hewlêrê de diyar kir ku divê ew ji zilma merkeziyetê rizgar bibin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê li Stada Franso Herîrî mîtîngeke mezin li dar xist.

Serok Mesûd Barzanî alîkarên Serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî tevlî mitîngê bûn.

Serok Barzanî di mitîngê de diyar kir ku divê yasaya hilbijartinê bê guhertin û  zilma navendîbûnê jî bi dawî bibe.

Serok Barzanî her wiha got, hilbijartin ji bo gel rêya herî rast e ku biryara xwe bide.

Serok Barzanî ragihand ku ji dostên wan peyameke girîng gihîştiye wan û li gorî peyamê, ev hilbijartin dê rêça hikûmraniyê li Îraqê rast bike.

Serok Barzanî got, "Em ji ber du sedeman beşdarî hilbijartinan dibin.”

Serok Barzanî da zanîn ku gelek dostên wan ên Ereb û biyanî daxwaz kiriye ku ew beşdarî hilbijartinan bibin.

Serok Barzanî sedema duyem a beşdariya hilbijartinan jî bi eşkerekirina giraniya PDKyê ve girê da û got, "Sedema duyem jî ew e ku em giraniya PDKyê nîşanî her kesî bidin."

"Divê yasaya hilbijartinê bê guhertin"

Serok Barzanî bernameya PDKyê ya ji bo paşerojê eşkere kir û got, "Yekem divê yasaya hilbijartinê bê guhertin û vegere sîstema yekbazneyî.

Ev yasaya niha ne dadperwer e û mafê her kesî winda dike.

Ne mentiqî ye ku li Hewlêrê kursiyek bi 40 hezar dengan be lê li parêzgeheke başûrê Îraqê heman kursî bi du hezar dengan be."

Serok Barzanî di berdewamiyê de armancên din ên PDKyê wiha rêz kirin:

  • Hewldan ji bo damezrandina Encumena Federal.
  • Derxistina yasayeke li gorî destûrê ji bo bacê.
  • Pêkanîna Madeya 140î
  • Derxistina yasaya gaz û petrol li gorî destûrê.
  • Qerebûkirina malbatên Enfalkiriyan û mexdûrên kîmyabaranê.

"Em dê ji zilma merkeziyetê rizgar bibin"

Serok Barzanî bi taybetî bal kişand ser vegera li ser sê prensîbên bingehîn.

Li gorî gotina Serok Barzanî ew prensîb jî hevparî, hevsengî û lihevkirin in.

Serok Barzanî got, eger Îraq vegere ser van sê prensîban dê ti pirsgirêk nemînin.

Serok Barzanî teqezî li ser pêbendbûna bi destûrê kir û got, "Eger destûr bê pêkanîn, em dê ji zilma merkeziyetê rizgar bibin."

Serok Barzanî got, tecrubeyê nîşan daye ku Îraq tenê bi yek neteweyê nayê birêvebirin û diyar kir ku divê birêvebirî bi hevparî be kirin.

Serok Barzanî rola Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê di rûxandina dîktatoriyê û avakirina Îraqa nû de bi bîr anî û got, "Em bi Îraqeke federal, demokratîk û pirnetewe re ne, ne bi Îraqeke dîktatorî re."

“Em bi hemû şiyana xwe piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê”

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de pesnê çanda bihevrejiyanê ya li Kurdistanê da û xwest ku ew çand bê parastin û kûrtir kirin.

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de amaje bi pêvajoyên çareseriyê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:

Em gelekî dilxweş in ku li parçeyên din ên Kurdistanê pêvajoya aştiyê dest pê kiriye.

Em bi hemû şiyana xwe piştgiriyê didin wê pêvajoyê. Em hêvî dikin ew pêvajo serkeftî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst