Mezlûm Ebdî û Osman Baydemîr civiyan

07-11-2025
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemîr Mezlûm Ebdî ENKS PYD HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr pêşwazî kir.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ku piştî ziyaretên xwe yên li Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû li Rojavayê Kurdistanê jî dest bi hevdîtinan kir.

Osman Baydemîr piştî civînên bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û  Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) îro bi Mezlûm Ebdî re civiya.

Fermandarê Giştî yê HSDyê ji ser hesabê xwe yê Xê behsa civînê bi Osman Baydemî re kir û got:

“Bi serdana Parlemanterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Birêz Osman Baydemir kêfxweş bûm.

Me rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand.

Hevdîtineke baş bû, me giringî da piştgirîya xebatên aştî û aramiyê û derfetên çareseriya siyasî li herêm û Sûriyeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst