Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê HSDyê û Serokê ENKSyê re civiya

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî bi Mezlûm Ebdî û Mihemed Îsmaîl re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî bi Mezlûm Ebdî û Mihemed Îsmaîl re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mezlûm Ebdî Mihemed Îsmaîl HSD ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro êvarê pêşwaziya Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û şandeyeke pê re kir.

Di civînê de bipêşketinên dawî yên rewşa Sûriyeyê û pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û HSDyê de hatin gotûbêjkirin.

Di vê çarçoveyê de tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina aştiyê û bidawîanîna aloziyên leşkerî û tundiyê di rewşa niha ya Sûriyeyê de hat kirin.

"Diyalog rêya yekane ye"

Her wiha her du alî li ser girîngiya diyalogê wekî yekane rêya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan û pêkanîna pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Sûriyeya nû de hevfikir bûn.

Gotûbêjkirina gavên pratîkî yên ji bo vegerandina aramiyê li wan herêmên ku ji ber şer û pevçûnan ziyan dîtine, dan û standina bîr û ramanan li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, mijarên din ên civînê bûn.

Spasiya rola Nêçîrvan Barzanî

Ji aliyê xwe ve, şandeya mêvan spasiya xwe ji bo rol û hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî yên li gel aliyên peywendîdar ji bo parastina aştî û aramiyê û pêşîgirtina li belavbûna aloziyan anî ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst