Mezlûm Ebdî bang kir: Bila gel li dora şervanên xwe bicive

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Hikûmeta Sûriyeyê HSD Tom Barrack ENKS Şer Mezlûm Ebdî Sûriye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ew bi navbeynkariya hinek hêzên navneteweyî hewl didin rewşê aram bikin.

Ebdî bangî gel kir ku li dora şervanên xwe kom bibin û di baweriya xwe de bi israr bin.

Mazlum Ebdî derbarê rewşa dawî de ji ANHAyê re axivî.

Ebdî bi bîr anî ku ji 6ê Kanûna Paşîn ve, êrişên sîstematîk li dijî taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kirine û heta deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wekî Tebqa, gundewarê başûrê Reqayê û Dêrezorê dirêj bûne.

"Hewldanên me didomin"

Mazlum Ebdî diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan ên ji bo rawestandina aloziyê û aramkirina rewşê jî êriş berdewam dikin û da zanîn ku hewldanên wan ên ji bo aramkirina rewşê didomin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê got:

“Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên ji bo aramkirin û agirbestê, bi alîkariya aliyên navneteweyî berdewam in.

Ji ber vê yekê, em bangî gelê xwe dikin ku bi awayekî wêrek li dora zarokên xwe û şervanên me bicivin û di baweriya xwe de bi israr bimînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst