Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Efrînî piştî ku 42 rojan di bin şkenceya komeke çekdar de ma canê xwe ji dest da.
Nêrîngeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku tiliyên lingên wî hatibûne jêkirin û laşê wî bi pileya sêyem şewitîbû.
Ew welatiyê 42 salî ji navçeya Şiyê ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bûye.
Ew li herêma Şehbayê di serdegirtina mala wî de hatibû revandin.
Kesê ku canê xwe ji dest daye koçber bû û ji bo xwedîkirina 3 zarokên xwe karkerî dikir.
Dema ku ew rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecr a li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê li wir rapora bijîşkî hat amadekirin.
Li gorî raporê, gelek şewat li ser laşê wî hebûn.
Çar diranên wî şikestibûn û lêvên wî qelişîbûn.
Demarên wî zerer dîtibûn û şopên şewata çixareyan li ser zikê wî hebûn.
Her wiha hişê xwe ji dest dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse