EFRÎN - Tirkiyeyê ciwanekî Kurd radestî komên çekdar kir

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Komên Çekdar Ciwanên Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî da zanîn, biraziyê wî piştî ku xwestiye biçe Ewropayê û li Tirkiyeyê hatiye desteserkirin, radestî komeke çekdar a li Efrînê hatiye kirin û aqûbeta wî ne diyar e.

Berpirsê ENKSyê yê Efrînê jî destnîşan kir, "Em her îro dê dûvçûnê lê bikin."

Alan Kamûran Cewher sala 2002yan ji dayîk bûye û xelkê gundê Zehriyeyê yê navçeya Dêrikê ya parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Alan Kamûran Cewher sala 2023yan xwestiye bi rêya Tirkiyeyê xwe bigihîne welatên Ewropayê û li wî welatî hatiye desteserkirin.

Apê Alan, Hoşeng Emîn Cewher ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

"Em agahdar bûn ku Tirkiyeyê biraziyê min li Efrînê radestî koma Emşatê kiriye, li wir di zindanê de bû."

Em bi telefonê diaxivîn, heta nîvê Adara îsal jî pêwendiya me hebû, êdî dengê wî nema."

ENKS dê pirsa wî bike

Hoşeng Emîn Cewher her wiha anî ziman:

"Me parêzer girt û me gelekî hewl da, em niha jî nizanin li Efrînê çi bi serê wî hatiye.

Kes nizane di kîjan zindanê de ye yan jî hatiye berdan, çi lê hatiye."

Cara dawî Alan Kamûran roja 5an a meha Remezanê ya îsal bi rêya vîdeoyê pêwendî bi malbata xwe re daniye.

Alan Kamûran gotiye ku ew di zindaneke Efrînê de ye û piştî wê pêwendiyê telefona wî jî hatiye standin.

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê yê Efrînê Ehmed Hesen jî ji Rûdawê re axivî û da zanîn

"Bûyerên wiha berê jî li Efrînê çêbûne, me parêzer girtine û me ew dane berdan lê em ji dosyeya wî kesî nehatine agahdarkirin.

Em dê îro bi malbata wî welatiyî re biaxivin û çi pêwîst be em dê ji bo berdana wî bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst