QOSER - Cotkar kedê didin, navbeynkar xêr û bêrê dixwin

10 demjimêr berê
Ferdî Sak
Cotkar tiviran diçinin / Wêne: Rûdaw
Cotkar tiviran diçinin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Cotkar Qoser Tivir Erzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li deşta Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dem dema çinîna tiviran e.

Cotkarên ku bi kedeke mezin berhemên xwe gihandine, ji erzaniya li bazarê bi gazin in.

Malbata Batirhanan îsal li ser 10 donim erdê xwe yê li deşta Qoserê tivir çandine.

Tevî hemû zehmetiyan berhemên wan gihîştine û niha dest bi çinînê kirine.

Lê belê cotkar ji bêbazariya berhem û erzaniyê gilî û gazinan dikin.

Welatiya bi navê Xezal Batirhanê diyar kir ku wan alîkariya xizmên xwe kiriye û got:

"Mala apê min 10 donim tivir çandine û em hatine alîkariya wan.

Lê nayên firotin, erzan e û pere nake.

Feqîr perîşan in, karker nînin û kes bi pereyan jî nayê naxebite."

Yek ji pirsgirêkên sereke yên cotkaran ew e ku berhemên wan erzan ji destê wan derdikevin lê li market û firoşgehan biha tên firotin.

Li gorî gotina wan, ked û zehmet a wan e lê qezenca herî zêde bazirgan û firoşkar dikin.

“Hemû keda me navbeynkar dixwin”

Cotkar Abdulkerîm Batirhan bal kişand ser ferqa di navbera halê û marketan de û wiha axivî:

"Li halê ji me bi 5 heta 6 lîreyan dikirin.

Dema digihêje kiryar û marketan kîloya wan dibe 25-30 lîre.

Malê cotkaran bi belaşî ji wan tê kirîn û bi giranî tê firotin.

Hemû keda me navbeynkar dixwin."

Ji her donimek erd derdora 5 ton tivir tên hilberandin.

Malbata Batirhanan li bendê ye ku îsal nêzîkî 50 ton tivir ji zeviyên xwe rake.

Ew dibêjin eger bi erzaniya niha berhemê xwe bifiroşin, ne ku tenê keda wan a salê vala diçe, ew neçar in hemû xerciyan jî ji berîka xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst