STENBOL - Xelkê berê xwe daye nanê şaredariyê: ‘Erzan e’

02-12-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Stenbol Nan Erzanî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê debara xelkê her ku diçe zehmettir dibe. Li gorî lêkolînan, dema aboriya welatekî ne baş be xelkê wî welatî ji bo ku têr bibin zêdetir nan dixwin.

Tirkiye jî di nav welatên cîhanê de yek ji wan welatan e ku herî zêde nan lê tê xwarin. Ji ber ku bihayê nan li firin û marketan giran e niştecihên Stenbolê zêdetir berê xwe didin nanê şaredariyê.

Ferqa her nanekî firin û ya şaredariyê herî kêm 3 lîre ye. Car caran li ber bufeyên nanê gel rêzên dirêj jî çêdibin. Xelk jî dibêje ji ber ku nanê şaredariyê erzan e ew dûr be jî diçin ji bufeyên şaredariyê nan dikirin.

Berpirsekî Nanê Gel ê Şaredariya Stenbolê ji Rûdawê re da zanîn, ji ber ku daxwaza xelkê zêde ye wan îsal ji sedî 30 hilberandina nan zêde kirine.

Li parzemîna Anadoluyê ya Stenbolê kargeha çêkirina nan a Şaredariya Stenbolê ku li tesîsên Cevîzliyê ya navçeya Kartalê ye ji 400î zêdetir xebatkar bi şev û roj dixebitin û bi deh hezaran nan û berhemên hevîrî çêdikin.

Li Stenbolê ji sedî 10ê hewcedariya xelkê ya bi nan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê ve tê hilberandin.

Li 13 fabrîkayên çêkirina nan a şaredarîyê, rojane milyonek û 800 hezar nanê somin tê çêkirin.

Li Stenbolê nanê somin li firin û marketan di navbera 8 lire û 10 lireyên Tirkî de tê firotin lê Şaredariya Stenbolê li bufeyên nanê gel bi 5 lîreyan difroşe.

Lewma kesên hêjar û kêmdahat zêdetir berê xwe didin nanê şaredariyê. Ji ber ku daxwaza xelkê zêde ye îsal ji sedî 30 hilberandina nan zêde bûye.

“Em dê vê zivistanê bihayê nan zêde nekin”

Serokê Lijneya Rêveberiya Nanê Gel a Şaredariya Stenbolê Ozgen Nama anî ziman:

“Her daîm eleqeya xelkê ya nanê me zêde ye. Bihayê nanê gel li gorî pîyasayê nîvî nîvî ye. Hejar û kêmdahatên vî bajarî nanê şaredariyê dikirin.

Jixwe nanê me tendurist û bi hîjyen û kalîte ye. Em nanê xwe bi makîneyan çêdikin, dest nadinê.

Em dê vê zivistanê yanî di mehên Çiriya Paşîn, Sibat û Adarê de bihayê nan zêde nekin. Em dê dîsa bi 5 lîreyan nan bigihînin xelkê.”

Li tevahiya Stenbolê nanê şaredariyê li 701 bufeyên nanê gel û ji 3 hezarî zêdetir cihan tê firotin. Di saetên serê sibê û êvarê de car caran li ber bufeyan rêzên dirêj jî çêdibin.

Berpirsa Bufeya Nanê Gel Alev Erdogan Kayayê got:

“Dema dibistan vedibin eleqeya li ser nanê me zêdetir dibe. Bi taybetî di vê heyamê de.

Tabî ji ber sedemên aborî û ji ber kalîteya nan eleqe zêde ye.”

“Meriv bi vî nanî zêdetir têr dixwe”

Welatiyê bi navê Alî Arslan jî li ser nan got:

“Nanê şaredariyê erzan e û zû kartû nabe. Tehma wê xweş e. Ji ber hevîrê wê meriv bi vî nanî zêdetir têr dixwe.”

Welatiya bi navê Ceren Ozturkê anî ziman:

“Ez her tim nanê xwe ji bufeya şaredariyê dikirim. Sedemên tercîhkirina min jî du tişt in.

Sedemek rewşa aboriyê be, sedemek jî tenduristiya vî nanî ye.”

Bihabûn û mesrefên zêde teserufê li ser niştecihên Stenbolê ferz dike. Lewma beşeke wan ji nan teseruf dikin û li dewsa firin û marketan nan ji bufeyên şaredariyê dikirin.

Ferqa her nanekî firin û yê şaredariyê herî kêm 3 lîre ye. Xwendekar jî hin berheman ji bufeyên şaredariyê dikirin.

Welatiya bi navê Ozden Yilmazê jî got:

“Mala min nêzîkî bufeyê ye. Bihayê nan jî erzan e, lewma ez têm vir.”

Xwendekar Esîl Ardayê jî li ser nan anî ziman:

“Piranî em piştî dibistanê tên vir. Em ji nanê biçûk dikirin. Carinan davêjin çenteyê xwe. Tabî ji bo me erzan tê loma em tên vir.”

Tirkiye di nav welatên cîhanê de yek ji wan welatan e ku herî zêde nan lê tê xwarin.

Li gorî lêkolînan, di salên dawî de ji ber krîza aboriyê her ku diçe xwarina nan zêdetir dibe û her merivek salane derdora 200 kîlo nan dixwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst