KERKÛK – Hewla dûrxistina Rêbwar Talebanî şikest

08-01-2019
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Kerkûk Rêbwar Talebanî Ciwan Hesen Yekgirtû Encûmena Parêzgeha Kerkûkê
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ciwan Hesen ragihand ku hewldanên li ser dawîanîna erka Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet Rêbwar Talebanî bi ser neketin.

 

Endamên Ereb û Turkmen ên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di 31ê Kanûna 2018an de ji bo dûrxistina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet Rêbwar Talebanî îmze kom kiribûn.


Derbarê mijarê de Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ser bi Fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ciwan Hesen ji Rûdawê re got: “Hewldanên li ser dûrxistina Rêbwar Talebanî bi ser neketin. Di civînê de hejmara pêwîst kom nebû, lewma biryara dûrxistina wî nehat dayîn.”


Ciwan Hesen got: “Bi hêceta ku Rêbwar Talebanî erka xwe xirab bi kar aniyê ji bo dûrxistina wî ji erka Serokatiya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet, hejmarek ji endammn encûmena parêzgehê îmze kom kiribûn. Biryareke yasayî ji bo dûrxistina Rêbwar Talebanî nîne. Lewma ew dikare li ser erka xwe bêpirsgirêk berdewam be.”


Derbarê biryarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê didin de jî Ciwan Hesen wiha  axifî: “Niha li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê tevahiya biryaran ji aliyê Rêbwar Talebanî ve têne pesendkirin û ti pirsgirêk jî dernakevin.”


Peyamnerê Rûdawê li Kerkûkê Herdî Mihemed jî ragihand ku hejmarek ji endamên  Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hewl didin cidî didin ku Rêbwar Talebanî ji erka Serokatiya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet bê dûrxistin, lê ew hewl heta niha bê encam mane.


Di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de ji 41 kursiyan 26 kursî yên lîsteya Kurdan a Hevpeymaniya Brayetî ne.


Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê bajarê Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şabî û hêzên Iraqê ve hatin kontrolkirin.


Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi Wekalet Rêbwar Talebanî jî wiha dibêje: “Heta rewşa Kerkûkê nebe wek a berî 16ê Cotmehê venagerim bajêr.” Ligel Talebanî, 11 endamên din ên encûmenê ser bi Lîsteya Birayetî ne amade ne di vê rewşê de beşdarî civînên encûmena parêzgehê bibin.


Rêbwar Talebanî kadroyekî payebilind ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye, 9 salan cîgirê serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bû û sala 2014ê bi wekalet bû serokê encûmenê û heta 16ê Cotmeha 2017ê li ser karê xwe berdewam bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst